‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune' 2017-12-03 13:07:20 AMED - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê ku ji Reveberiyên Herêmî berpirsiyar e Berat Bîrtek, bertek nîşanî nûçeyên Ajansa Anadolu (AA) ya der barê şaredariyên DBP’ê de çêkir da û wiha got: "Tu qîmet û rastiya Ajansa Anadolu li ser erdnîgariya me tune ye."    Di 11'ê Îlona 2016'an de li dijî 3 jê bajarên mezin bi gişî  94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm tayîn kirin. Piştî qeyûm hatin tayînkirin 68 hevşaredar hatin girtin. Di nava siyasetmedarên kurd de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî heye 4 hezar endam û rêveberên DBP'ê hatin girtin. Di serdema ku zextên li dijî DBP’ê zêde bûn qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin DBP'ê bi hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin re li 102 navendan civînên gel pêk anîn. Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê ku ji Reveberiyên Herêmî berpirsiyar e Berat Bîrtek, civînên DBP'ê yên gel û helwesta Ajansa Anadolu (AA) ya li dijî şaredariyên wan nirxand.    Birtek, destnîşan kir ku divê sedem û encama tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê baş bê lêkolînkirin û famkirin û wihag got: Çareseriyê pirsgirêkên civakî yên herêmê ne tarza polîtîkayên dewletdê ye. Pergala heyî li ser bingehê perçekirina civakê, xerakirina sincê civakê hatiye avakirin. Civakîbûn bi destê dewletê tê xerakirin. Bi tayînkirina qeyûman şaredarî ji destê gel derketiye. Ketiye destê dewletê. Di çavê civakê de dewlet yekperestiyê esas digire. Dewlet bi zextan û zilmê dixwaze heviyên gel bişkîne."    QET NELIRÊTIYA ŞAREDARIYÊN DBP'Ê TUNE    Bîrtek, destnîşan kir ku ji roja DBP rêveberiya Şaredariyên xistiye destê xwe heta niha qet nelirêtî nekiriye û yek nelirêtiya Şaredariyên DBP'ê tune ye û wiha got: "Piştî AKP'ê qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kir, dîsa qeyûm tayînî şûna qeyûm kir. Ev nîşan dide ku ew bi xwe nelirêtiyan dikin. Bila li raporan jî binerin heta niha şaredariyên DBP'ê yek nelirêtî jî nekiriye. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî şaredariyên DBP'ê bi tevahî siyasî û derûnî ye."    Birtek, destnîşan kir ku dewlet bi riya Qeyûman gelê kurd ceza dike û dixwaze gelê kurd bê hêz û rêxistin bihêle û wiha berdewam kir: "Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir me bi hevşaredarên xwe re li 102 navendan civîn pêk anîn. Em êdî tenê ne gilî û gazincan em dê mezin bikin û pêş bixin. Me ji bo pêşeroja xwe planên mezinkirê danîn pêş xwe. Ji bo em di pêşerojê de helwestek hîn xurttir dînin holê em dixebitin.    TU QÎMETA NÛÇEYÊN AA LI SER VÊ AXÊ TUNE YE   Bîrtek, bal kişand ser nûçeyên medya hawiz ên xizmeta hikûmet û dewletê dike û wiha got: "Bi van nûçeyan dixwazen rê li pêş mezinbûna me bigirin. AKP ji civînên gel bêzar e. Em niha bi hikûmet û dewleta ku ji pêşxistin û mezinbûna civakê re rû bi rû ne. Ji ber vê ekê bi riya Ajansa Anadolu şaredariyên me reş dikin. Tu qîmet û hikmê AA li ser axa me tune ye. "