Pentagon: Tirkiye bi nêzikbûna xwe Rûsyayê re di rêya şaş de ye 2019-10-24 14:00:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke "dagirkeriya bêsînor" bi nav kir û Tirkiyeyê bi nêzikbûna Rûsyayê û bi pêşveçûna di rêya şaş de sûcdar kir.   Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, li Weqfa Marshallê ya Alman êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Esper êrîşa Tirkiyeyê weke "dagirkeriya bêsînor" bi nav kir û da zanîn ku êrîşa Tirkiyeyê, desfkeftiyên wan ên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yên bi hevparên wan ên kurd re avêtiye talûkê. Esper destnîşan kir ku Tirkiye wan dike pozîsyoneke nebaş û wiha got: "Divê ku Tirkiye weke berê mutafîkekî berpirsyar be. Tirkiye di rêya şaş de bi pêş ve diçe û nêzî Rûsyayê dibe."   Esper duh jî di daxuyaniyeke xwe de anîbû ziman ku heke daneyên sûcên şer ên li dijî kurdan bên piştgirastkirin dê Tirkiyeyê ji van sûcan berpirsyar bê girtin.