Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin 2019-10-25 18:14:10   NAVENDA NÛÇEYA - Serokkomar Erdogan tirkiya "sureya fethê" ji cemeeta mizgeftê re ragihand û têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya nifûsa wê misilman in ev tişt got: "Em di nav xwe de bi merhamet bin. Li dijî kufrê jî tund bin. Weke li Sûriyeyê."    Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, nimêja xwe ya înê li Miezgefta Çamlicayê ya Stenbolê kir. Erdogan li heman mizgeftê axaftinek kir û di rojeva wî de êrîşa Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû. Erdogan piştî nimêja înê tirkiya "sureya fethê" ku li mizgeftê hat xwendin ji cemeeta mizgeftê re ragihand û ji cemeetê re wiha axivî: "Weke ku Seydayê me Îshak jî destnîşan kir, di Hedîsa Şerîf de rebê min ferman dide ku mirov li dijî kufrê tund be. Em ummeta Mihemed in. Em di nav xwe de bi merhamet bin. Li dijî kufrê jî tund bin. Weke li Sûriyeyê."