Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e 2019-10-26 14:44:33 QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tev li Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Qersê bû û diyar kir ku çareseriya li Sûriyeyê di aştiya bi Kurdan re derbas dibe û wiha got: "Li sînorê me yê Sûriyeyê koorîdora  tororê tune ye. Îktîdara ku dixwaze li ser sînorê me yê Sûriyeyê bi Kurdan re dijminantiyê ava bike heye. Bi salan e me ev got. Lê niha êdî hemû cihan jî vê yekê dibêje. Îro hikûmet emrê xwe bi tecrîd, şer û tunekirina hiquqê dirêj dike. Tecrîda li ÎMraliyê li ser hemû Tirkiyeyê ye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Parka Masal a Baxçeyê Millet pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenter û hevşaredarên HDP'ê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Temellî axivî û bal kişand ser biryara boykota meclîsê ya 3 rojan. Temellî, anî ziman ku ji ber meclîs êdî erka xwe ya esasî pêk nîne û nabe bersîva daxwazên gel."    Temellî, anî ziman ku îktîdarê der barê bûyerên 6- 8'ê Cotmehê yên Kobanê de 5 salan HDP tawanbar kir û wiha got: "Me wekî HDP'ê ji bo bûyerên Kobanê bên lêkolînkirin, 4 caran pêşniyarname da meclîsê. Lê AKP-MHP ev daxwaza me red kir. Dîsa têkildarî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê me gelek caran pêşniyarnameyên lêkolînê da meclîsê. lê disa bloka AKP- MHP'ê red kir. Wekî vê yeke gelek pêşniyarnameyên me hatin redkirin. Vê bloka AKP-MHP'ê her dem HDP tawanbar kir. Her ku me got em lêkolîn bikin û me xwest sûc kê kiriye ronî bike, red kirin. Çima red kirin? Ji ber ku ew dizanin wan sûc kiriye û sûcên xwe davên ser me. Dixwazin ser sûc veşêrin. Naxwazin rastî derkeve holê. Herin li girtekên piştî 24'ê Heziranê binerin. Ji bo fêda gel tu tiştek tune ye."    Temellî, da zanîn ku der barê kesên bi 'EYT û KHK'ê îxrac bûne tu guhertinên zagonî tune ye û wiha got: "Dîsa der barê xizanî û betaliyê de tu guhertin tune ye. Heta niha der barê tu pirsgirêkan de meclîsê înisiyatif negirtiye û tu pirsgirêk çereser nekirine. 3 roj in em ne li meclîsê ne. Li ser kursiya meclîsê çêran li hev dikin. Meclîs wisa nabe. Em bang li gel dikin ku vê rastiyê zanibin. Em dixwazin gel meclîsê hişyar bikin."    'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI SER HEMÛ TIRKİYEYÊ YE   Temellî, da zanîn ku îro Rojhilata Navûn bûye cihê agir û wiha lê zêde kir: "Îktîdar bi pergala serokomariyê nikare bimeşe. Welat xistin rêya felaketê. Li tu derê tiştek rast dimeşe tune ye. Hem Tirkiye û hem jî Sûriyeyê dixe nava felaketê. Hikûmet hebûna xwe bi tecrîd şer û tunekirina hiqûqê diparêze û emrê xwe dirêj dike. Dîsa bi qeyûman li ser piyan e. Heta tecrîd bi dawî nebe, nikare li ser navê hiqûqê tiştekî bike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê bi Îmraliyê bi sînor nema. Li ser hemû Tirkiyeyê tecrîd belav kir. Bi tecrîda 5 salên dawî li welat bê edaletî her roj zêde bû. Ji ber vê yekê divê teqez em vê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin."     'EV PERGALA RÊVEBERIYA FAŞÎST E'    Temellî, rêveberiya heyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îro ev pergala rêveberiyê pergala faşist e. Êrîş tundî, didome. Bi tundî û zextan dixwaze pergala xwe rewa bide nîşandan. Halê vê yekê yê herî li pêş çavan tayînkirina qeyûman e. Divê hemû gelê Tirkiyeyê vê yekê bibîne û dersê derxin. Dadgehên bilind mazbatayên HDP'iyan ji destê wan girtin û sûc kirin. Niha bi hezaran HDP’î girtî ne.    'LI SER DIJMINANTIYA KURDAN SIYASETÊ DIKIN'   Temellî zimanê siyaseta îktîdarê jî rexne kir û wiha got: "Tirikye li ser dijminantiya Kurdan siyasetê dike û vê siyasetê berdewam dike. Îktîdar ji bo tecrîd, şer û qeyûman berdewam bike  dijminantiya Kurdan rewa dike. Ji sibê heta êvarî dijminantiya Kurdan dike û siyasetê dike. Ji ber vê yekê li ser sînorê me yê Sûriyeyê korîdora terorê tune ye. Îktîdara ku îro li ser sînorê me yê Sûriyeyê dijminantiya me û Kurdan ava dike heye. Mesele ew qas zelal e. Bi salan e em vê yekê tînin ziman. Îro êdî hemû cîhan vê rastiyê tîne ziman. Ji serî de me rêbaza çareseriya siyasî pêşniyar kir û parast. Divê hemû nûnerên civak û pêkhateyên li Sûriyeyê li hev kom bibin û bi hevre çareser bikin. Me xwest maseya ku her kes li ser hebe bê avakirin. Lê dibêjin 'bila Kurd li ser wê maseyê tune be' Bi vî rengî çareserî jî pêş nakeve. Rêya çareseriyê di aştiya bi Kurdan re pêk tê. Heta ku bi Kurdan re aştiyê pêş kînin li Sûriyeyê çareserî pêş nakeve."    'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'    Temelli, bal kişand ser rê û rêbazên çareseriyê û wiha lê zêde kir: "Rêya çareseriyê Îmraliyê ye. Piyekî wan li Washington û piyekî wan li Moskova ye. Çareserî li Washington û Moskova çareser nabe. Ger ku hûn li çareseriyê digerin cihê çareseriyê Îmralî ye. Divê bi rêbaza xeta sêyemîn ku xwe dispêke vîna gel pirsgirêk çareser bibe. Heta pêvajoya Mutabakaqata Dolmabahçe em li ser van mijaran axivîn. Îro we ev rê xetibandiye û nikarin siyasetê bikin."    Piştî axaftina Temellî hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina bi yek lîsteyê de ji bo hevserokên HDP'ê yên Qersê Sevda Subaşi û Cevdet Anli hatin hilbijartin.