Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin 2019-10-28 13:54:28 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, diyar kir ku ew ê 5’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî di 30’ê Midarê de li dar bixin û got: “AKP bi dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû kurdan şer da dest pê kirin.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî 5’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî ku wê di 30’ê Mijdarê bê lidarxistin de, li Buroya Rêveberiya Hêrêmî ya DDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglû û endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç bidarî civînê bûn.    Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan di civînê de pêşketinên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn nirxandin.  Arslan, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, weke “dagirkerî” nirxandin û wiha axivî: “AKP, ji bo ku krîza desthilatdariya xwe çareser bike, li dijî kurdên têkoşîna statu û demokrasiyê didin, şer daye dest pê kirin. Dîroka ku Tirkiyeyê dest bi operasyonê kir pir girînge. 9’ê Cotmehê roja komploya navneteweyî ya li dijî Birîz Ocalan e. Dagirkeriya di heman rojê de, li dijî Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin, li dijî kurdan dest bi şer kirine. Di sala 1998’an de çawan ku di şexsê Ocalan de, xwestin demokrasiyê bifetisînin, îro jî dixwazin destkeftiyên kurdê azad tune bikin. Ev şer şerê ji holê rakirina kurdane. Heya ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd çareser nebe, pirsgirêka demokrasiyê jî çareser nabe.”    ‘RÛSYA Û DYA ÇAVÊ XWE LI TIRKIYEYÊ DIGIRE’   Arslan, da zanîn ku Tirkiye dixwaze bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya û DYA jî çavê xwe ji vê re digirin. Arslan, dest nîşan kir ku hemû welat ji bo ku krîzên desthilatdariyê çareser bikin li Sûriyeyê ne û wiha rêz kir: “Kurdan pergala demokrasiyê bi gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re danîn holê. Di van şeran de tenê, desthilatdariya ku şer daye dest pê kirin qezenc dike. Tu qezenên gel div an şeran de tuneye. Kurdan ne tenê ji bo xwe, ji bo rûmeta tevahiya cîhanê li dijî DAIŞ’ê derket. Di saya berxwedana gelê kurd DAIŞ’ê têk çû. Çawan ku kurd xwe di ber gelên cîhanê de berpirsiyar dibînin, divê gelên cîhanê jî, li dijî vî şerî derkevin.”   ‘BI ŞER BERSIV DAN BAMGA BIRÊZ OCALAN’   Arslan bal kişand ser hevdîtina parêzan a di 7’ê Tebaxê de ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha got: “Di karîbûn li Sûriyeyê dest bi vî şerî nekin. Desthilatdariyê bi şer bersiva Birêz Ocalan da, di 19’ê Tabaxê de qeyûm tanînên 12 şaredariyên HDP’ê kirin û di tecrîdê israr kir. Ji bo ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Her ku dengê Ocalan derdikeve gel û desthilatdarî rehet dibin. Ji ber vê divê demildest tecrîd rabe.”    ‘EMÊ BERPIRSIYARTIYÊN XWE BI CIH BÎNIN’     Arslan, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Em di 17’ê Cotmehê de Lijneya xwe ya Rêveber a Navendî li dar xist. Di lijneyê de me biryar girt ku em 5’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li dar bixin. Em ê kongreya xwe li Enqerê di 30’ê Mijdarê de li dar bixin. Îro êrîşên giran li ser beşên têkoşîna siyaseta demokratîk bi rêve dibin hene. Li Tirkiyeyê, ji bo ku demokrasî, azadî û mafê mirovan pêş bikeve, divê êdî AKP biçe. Ji bo vê emê li her qadê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê dewam bikin. Em ê berpirsiyartiya xwe ya ji bo gelan bi cih bînin.”