Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê 2019-10-28 15:22:39   NAVENDA NÛÇEYAN - HAK-PAR'ê kongreya xwe ya mezin li dar xist û ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.    Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) 8'emîn Kongreya xwe ya Mezin a asayi li dar xist û serokê xwe yê giştî diyar kir. Di kongreya ku duh li Enqereyê li Otela Demontî hat lidarxistin de bi dengê delegeyan ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.