Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik' 2019-10-29 15:16:32 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, bi minasebeta salvegera damezirandina Komarê peyam weşandin û gotin: “Di 96’emîn salvegera avakirina Komarê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Heta niha vîna 4 milyonan tune hat hesibandin û 19 şaredarî hat xezpkirin. Ev nîşanî me dide ku çiqas pêwîstî bi demokratikbûna komarê heye."    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temellî, bi minasebeta salvegera damezirandina Komarê peyam weşandin. Hevserokan di peyamê de anîn ziman ku di 96’emîn salvegera avakirina Komarê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Heta niha vîna 4 milyonan tune hat hesibandin û 19 şaredarî hat xezpkirin. Hevserokan banga xwe ya "Komara Demokratîk" dubare kirin û wiha gotin: "Di 96'emîn sala avakirina Komarê de em bi krîsên esasî re rû bi rû ne. Ji karakterê meclîsa 1920'an û ji ruhê makeqanûna demokratîk a 1921'an qut bûye û ketiye bin tesîra aqilê îttihatvan û rêveberiya yekperestiyê. Ev krîz dibe sedema qeyrana çavkaniyên civakî, siyasî û aborî. Niha siyaseta demokratîk di bin vesayetê de ye. Di 96’emîn salvegera avakirina Komarê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Heta niha vîna 4 milyonan tune hat hesibandin û 19 şaredarî hat xezpkirin. Ev nîşanî me dide ku çiqas pêwîstî bi demokratikbûna komarê heye. Beriya sedsala 100’an a Komarê avakirina Komara Demokratik erka me tevan e. Em wekî HDP'ê dê ji bo Makeqanûna Demokratik, Welatiyên Azad, li ser esasê hiqûqa gerdûnî, ji bo Demokratîkbûna komarê emê têkoşîna xwe berdewam bikin."