MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e 2019-10-30 13:17:13   ENQERE – MYK'a HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP'ê bi taybet li Tirkiye û bi giştî li Rojhilata Navîn li sînorê têkçûnek mezin e. MYK'a HDP'ê bal kişand ser tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: “Ev ne karê hiqûqa îdarî ye. Ev rêbaza bîrdozi û teknîka îktîdarê ye."    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li navenda Giştî ya HDP'ê civîn li dar xist. Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî weşandin. HDP'ê diyar kir ku di sedsala 21’an de dê jiyana demokratîk bi ser bikeve û wiha got: "Pergala Kapitalist di nava krîzek kûr de ye. Dixwaze li navenda mirovahiyê li Rojhilata Navin xwe ji vê krîzê rizgar bike. Di aliyê dîrokî de bawerî û gelan dixe bin zextan  û dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Li Rojhilata Navîn di serî de gelê Kurd, hemu gel û baweriyên ku jiyana demokratîk diparêzin dike hedefa xwe.  Dîroka êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî salvegera dîroka derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê 9'ê Cotmehê tê. Hêzên Kurevî û dewletên herêmê carek din li dijî gelan û baweriyan di 9'ê Cotmeha 2019'an de hatin cem hev û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kirin. Em carek din bûn şahid. Tevgera dagirkeriyê bi agahiya hêzên herêmi û neteweyî pêk hat. Ji ber rastî salvegera 9'ê Cotmeha 1998’an tê, nîşan dide ku dixwazin jiyana demokratîk bifetisînin. "    HDP'ê bal kişand ser tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: “Ev ne karê hiqûqa îdarî ye. Ev rêbaza bîrdozi û teknîka îktîdarê ye. Li Tirkiyeyê dixwxazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Ev nîşan dide ku her roj bêtir îtîfaqa AKP-MHP'ê tengav dibe. Krîza wan her ku diçe kûr dibe. Îktîdara AKP-MHP'ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser sînorê têkçûnek mezin e."