Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn 2019-10-30 13:21:24   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê da û diyar kir ku wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn   Rêxistina Navçeya Nisêbînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 3'emîn kongreya xwe ya asayî bi şîara "Em xwe bi hêvî û wêrekî birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Mûsa Farisogûllari û gelek kes tevlî kongreya ku li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin bûn.    'BI TAYÎNKIRINA QEYÛM KOMARÊ PÎROZ KIRIN'   Di kongreya ku piştî avabûna dîvanê dest pê kir de Pero Dundar axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê da. Dundar têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Damezrandina Komarê bi tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê pîroz kirin. Êdî wê 29'ê Cotmehê li Cizîrê weke darbeya qeyûm bê bîranîn. Ev roj wê weke xespkirina vîna gel bê bîranîn. Desthilatdar ji her derî êriş dike û dixwaze biqelîne. Lê em dibêjin, 'Hûn ê qet bi sernekevin'."   Piştî axaftina Dundar, kongreyê bi xwendina rapora xebatan berdewam kir.    Paşê jî di encama hilbijartina ku hat kirin de ji bo Hevserokatiya Navçeya Nîsêbînê Hêvîdar Dînç û Şehmûs Koç hatin hilbijartin.