'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’ 2019-11-01 11:21:12 ENQERE – Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo pêşnûmeya danekirinê neçe Senatoyê lobî ketine dewrê û got: “Pêl ewqas mezine kes nikare li hember bisekine. Heke êrîş li dijî Kobanê pêk were pêl bi pêl dê mezin bibe û wê Erdogan di bin de bimîne.” Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy ê ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar pêşnûmeya danekirinê ya li Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat pejirandin nirxand.    KOMARPARÊZ Û DEMOKRATPARÊZ LI GEL HEV IN   Ozsoy da zanîn ku piştî êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojava di pêşnûmeya danekirinê de Komarparêz û Demokratparêz ên Amerîka hatine cem hev û got: “Siyaset û polîtîkaya Erdogan kiriye ku her du partî bibin yek. Heke ku bi piraniya dengan vê pêşnûmeyê bipejîrene ew hêza Trump tune ye vê yekê bisekinîne.”    ‘TRUMP DI BIN ZEXTAN DE YE’    Ozsoy diyar kir ku li ser senatorên Komarparêz û Trump zextên micid hene û got: “Dagirkirina Rojava kir ku DYA rabe ser pêya. Wê ev rewş bike ku Trump di bin zextên mezin de bimîne. Li Amerîkayê di nava raya giştî de li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bertekên pirr micid hene. Ev zext û bertek kirin ku DYA esker û cebîlxaneyên xwe bişîne hin herêmên Rojava.”    ‘DIBE KU TIRKIYE TÊK BIÇE’    Ozsoy got heke pêşnûmeya danekirinê li Senatoyê were qebûlkirin dê amborgaya eskerî deynin ser Tirkiyê û got: “Dibe ku di warê dîplomatîk aborî û eskerî de Tirkiye têk biçe. Her wiha Amerîka ji bo hebûna malên Erdogan jî di nava hewldanan de ye û tê gotin heke Erdogan wiha dewam bike dê hemû rewşa wî ji dinyayê re bê vegotin.”    ‘LOBIYÊN TIRKIYÊ DI DEWRÊ DE NE’    Ozsoy anî ziman ku ji bo pêşnûmeya qanûnê neçe Senatoyê lobiyên Tirk ketine dewrê û wiha got: “Li lobiyan tevger heye. Lobiyên ku bi qasî dinyayekê pere werdigirin dixwazin bi awayek pêşiya vê yekê bigirin. Ancak pêla wê wisa mezine ku kes nikare li pêşiya vê bisekine. Ev karek dê bi van lobiyan bê çareserkirin nîne. Erdogan di wê ferqê de ye ku desteka Kongreya Amerîka, çapemeniyê û raya wê ya giştî winda kiriye. Tenê tiştek di destê wî de maye ew jî têkiliya wî û Trump e. Lê divê em ji bîr nekin Trump jî bazirganek e. Li her meseleyê bi çavê dan û stendinê lê dinêre. Bi mantiqê bazirganê qesabeya biçûk tevdigere. Heke li Senatoyê bi piranî erê bike Trump jî nikare tiştekî bike.”    ‘HEKE LI DIJÎ KOBANÊ ÊRIŞ PÊK WERE…’   Ozsoy bal kişand ser daxuyaniya “Lazime Kobanê bikeve bin kontrola me” ya Serokkomarê AKP’yî Erdogan û got: “Erdogan nikare tawiz bide. Heke êrişek li dijî Kobanê pêk were dê pêl mezintir belav bibe. Erdogan û Trump jî wê di bin vê lehiya pêlê de bimînin. Amerîka hutil mitil nabêje em danekirinê deynin ser Tirkiyê û naxwazin Tirkiyê ji binî ve têk bibin. Heke Erdogan û Trump dest ji biryarên ser Rojava berdin an go paş ve gav biavêjin ji bo danekirinê sedemek namîne. Lazime mirov vê pêşnûmeya danekirinê wek parçeyek muzakereyek dîplomatîk a micid bifikire. Heke Erdogan dawî li dagirkirina xwe bîne û Trump jî polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyê revize bike dê hewcehî bi danekirinan nemîne.”    MA / Bêrîvan Altan