Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Kobanê cihê jiyana bi rûmet e 2019-11-01 12:23:35 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê ev tişt got: "Li hemberî tarîtiyê remza ranahiya mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e. Kobanê, di sedsala 21'emîn de cih jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin."   Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanêê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji sala 2014'an ve heta niha piştevaniya enternasyonalîst a li dijî DAIŞ'ê di serî de bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re didome.    'JI BO JIYANA DEMOKRATÎK TÊKOŞIYAN'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştevaniya bi Kobanê re têkoşîna ji bo civaka azadîxwaz a jinan û jiyana demokratîk û wekhev e û ev tişt hat gotin: "Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011'an de dest pê kir, di 8 salan de bû sedema hilweşîneke mezin a mirovî, koçberbûn û neheqîkirina herêmî û civakî ku dê bandora wê salên gelek dûr û dirêj bidome. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku bûye qada Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, li dijî vê rewşa tund, di serî de kurd hemû gelên erdnîgariyê ji bo civaka azadîxwaz a jinan û jiyana demokratîk û wekhev têkoşiyan."   'KOBANÊ REMZA RONAHIYÊ YE'   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Divê bê zanîn ku Kobanê ne tenê bajareke. Li hemberî tarîtiyê remza ranahiya mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e.Kobanê, di sedsala 21'emîn de cih jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin. Kobanê, ew cihe ku tovê pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hêviya pêkve jiyana aştiyane ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn lê bi goşt û hestî bûye, hatiye çandin."   'ROJA RIZGARKIRINA ROJHILATA NAVÎN A JI ÇETEYAN'   Di daxuyaniyê de hat diayrkirin ku 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê, tenê ne mezinkirina piştevaniya Kobanê ye ku li seranserê Cîhanê bûye remza li dijî hoviya DAIŞ'ê, di heman demê de roja xwedî derketina vîna  gelên Rojhilata Navîn û rizgarkirina Rojhilata Navîn a ji çeteyên barbar û baronên şer ên bi sedan salan e bûne belaya serê wê ye.     BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Di daxuyaniyê de herî dawî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîrxistin, gelên Rojava hatin silavkirin û bang li gelên Cîhanê hat kirin ku piştevanî û têkoşîna xwe ya ji bo Rojava mezin bikin.