Banga beşdariya Kongreya HDP’a Stenbolê hat kirin 2019-11-01 12:29:46 STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 3’ê Mijdarê de 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Arîfe Çinar banga beşdariya kongreyê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrekî xwe rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin” di 3’ê Mijdarê de 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre dê li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk bê.    Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Arîfe Çinar banga beşdariya kongreyê li xelkê Stenbolê kir û got: “ Em di serdemek her kêlî zext li ser HDP’ê hene kongreya xwe li dar dixin. HDP hemû dîwarên faşîzmê rûdixîne. Em dixwazin ji her beşên civakê di rêveberiyê de cih bigirin. Em bi vê nêzîkatiyê kongreya xwe li dar dixin. HDP’ê heta îro aştiyê parast û dê ji niha şûn ve jî biparêz e. Em bi bawerin dê feraseta wekhevî û azadîxwaziyê li Tirkiyê bi HDP’ê re pêk were. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin kongreyê.”