Temellî: Hemû dinya dibêje kurd lê Tirkiye kurdan înkar dike 2019-11-01 15:10:33 STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Kurd teşeyê didin siyaseta dinyayê ya îro. Dinya hemû hîn bû ne li dijî kurdan bi kurdan re siyaset tê kirin.”  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re çû serdana Komeleya Piştevaniya Gund û Navçeya Hezo ya Êlihê ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê û bi komeleyên herêmî re civiya. Gelek endam û serokên komeleyên herêmî beşdarî civînê bûn. Temellî di civînê de axivî û di destpêkê de banga beşdariya Konreya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê dê roja yekşemê li dar bixe kir.    'MUXALEFET BI AQIL NABE’    Temellî bertek nîşanî danîna qeyûm a ser Şaredariya Cizîrê da û got: “Yên me bi wan re îtîfaqa kir li dijî tiştên diqewimin bêdeng mane. Gazinên me û rexneyên me ji bo wan hene. Belê yên îro bêdeng mane û ku tezkereyê ‘erê’ kirin, an jî yên îro xelkê bi tenê hiştin gunehê wan pirr e. Heta dawiyê rexnekirinê heq dikin. Em ê rexne jî bikin. Carna heta mirov bedelên mezin nede ne mimkin e mirov hişê xwe bide serê xwe. Lê muxalafeta li Tirkiyê bi tu awayê bi aqil nabe. Li gel ku civaka Tirkiyê, gelên Tirkiyê, gelê kurd, kedkar, jin û ciwan ewqas bedel didin jî lê muxalefet hêj li gel îktîdarê cih digire û hamaset û nijadperestiyê dike. Dibêjin ‘we di 31’ê Adarê de destek da CHP’ê dê encam jî wisa bin.’ Me destek nedaye CHP’ê. Ji bo em îktîdara faşîst a AKP’ê û MHP’ê hilweşînin gavek avêt. Heke yên nesîbên xwe ji vê yekê girtin û li hember vê ferasetek nedin nîşandan ev jî şerma wan e. Lê me ji bo gelê xwe û hemû bindestên li Tirkiyê dijîn tişta ji destê me hat kir. Îro jî dîsa bibe em ê li dijî îktîdara faşîst, li dijî zilmkaran em baş dizanin em ê çi bikin. Em ji ku dizanin ji dîroka xwe dizanin.”    'KOBANÊ HERIKÎNA DINYAYÊ GUHERAND’    Temellî da zanîn ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di nava dîroka berxwedana dinyayê de hatiye nivîsandin û wiha dewam kir: “Dema em 2014’an bînin bîra xwe em dizanin berxwedanek xurt hebû, em baş dizanin wê berxwedanê çawa herikîna dîroka dinyayê guherand. Yên wan rojan digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’ û hêviya wan ew bû ku Kobanê bikeve em baş dizanin têkiliya wan a bi DAIŞ’ê re di çi astê de bû. Belgeyên wan li holê ne. Hêj çend roj berê Bagdadî li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin. Yên ji bo Kobanê wisa digotin lîderê terorê li ser sînorê wan tê kuştin. Ji bo vê yekê tiştek din ku bê ravekirin nîne. Her tişt pirr eşkere ye. Kobanê neket û li ber xwe da. Kobanê herikîna dinyayê guherand.”    ‘KURD TEŞEYÊ DIDIN SIYASETA DINYAYÊ’    Temellî destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn dijî divê bi kurdan re tevger bikin û wiha got: “Belê em tiştek bi îdia dibêjin. Çimkî îdiayek me heye. Îro li siyaseta dinyayê li Rojhilata Navîn tê teşekirin. Yên îro siyaseta dinyayê û siyaseta kûrewî teşe dikin jî helbet Kurd in. Kes nikare vê înkar bike. Dinya li ser kurdan rawestiyaye lê hêj îktîdara Tirkiyê bê kurdan dixwaze siyasetê bike. Muxalefet jî di nav vê yekê de ye. Lê belê îro dinya hemû hîn bû ku siyaset bê kurdan nayê kirin, heke siyasetek bê kirin jî bi kurdan re mimkin e. Bêyî kurdan dê tu çareserî li pêş nekeve.”    Temellî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê Tirkiye û çeteyên xwe demildest ji seranserî axa Rojava derkevin.