Biryara neberdana Zeydan rexne kirin: Li ser ruhê hiqûqê El-Fatiha 2019-11-02 11:49:49   STENBOL - Dadgehê biryara tahliyeya parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan da. Lê dozger biryara tahliyeyê îtîraz kir û Zeydan nehat berdan. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, bertek nîşanî biryarê da û got: “Daraz li gorî sekna AKP’ê ya keyfî biryarê dide." Parlamenterê HDP’ê Habip Eksik jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Li ser ruhê Hiquqê El-Fatiha."    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ku ji 4'ê Mijdara 2016'an ve di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de. Dadgehê der barê Zeydan de biryara tehliyeyê da. Piştî dadgehê derbarê parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan de biryara berdanê da, Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtiraz kir. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îtiraza dozgeriyê nirxand û biryara berdanê betal kir.    EKSÎK: DARAZ BAXÇEYÊ PAŞÎN Ê ÎKTÎDARÊ YE   Parlamenterê HDP’ê Habip Eksik jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Li ser ruhê Hiquqê El-Fatiha. Dadgeh gotinên îktîdarê wekî ferman digire dest. Sebra mirov êdî qediya ye. Îktîdarê heta niha daraz her dem wekî baxçeyê xwe yê paşîn dît. Ger ku îro hiqûq bi vî şiklî pêş bikeve mirov dê çawa mafên xwe biparêzin."    GULUM: DARAZ LI GORÎ DAXWAZA ÎKTÎDARÊ BIRYARÊ DIDE   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî, bertek nîşanî biryarê da û got: “Daraz li gorî sekna AKP’ê ya keyfî biryarê dide. Li gorî kêfa îktîdarê digire û li gorî wê ceza dike. Ew çiqas bigirin bila bigirin nikarin me paşve bibin."