Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kirKeskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin 2019-11-02 13:37:03 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, piştî ku polîsan bi ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn de girt, Keskîn li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ziyaret kir. Buldan, bertek nişanî biryara der barê Abdullah Zeydan de da û got: "Duh hiqûq dîsa hat binpêkirin." Eren Keskîn jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Her tem Kurdistan bi hiqûqek cuda hat rêvebirin û îro jî bi Huqûqek cuda tê birêvebirin."  Polîsan di 23'ê Cotmehê de bi ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn de girtibûn û li mala wê lêgerîn kiribûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglu û Fatma Kurtulan, piştî polîsan bi ser mala Keskîn de girtin, ji bo piştgiriyê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Eren Keskîn ziyaret kirin. Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî heyeta HDP'ê pêşwazî kir.    Buldan, di ziyaretê de diyar kir ku ji bo piştevaniyê hatine ÎHD'ê ziyaret dikin û wiha got: "Di rojên dawî de di serî de Eren Keskin gelek kes rastî êrîşên lîncê hatin. Hatin binçavkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Ev konsept e. Eren Keskin parazvanek mafên mirovan a bi hêz e. Em dizanin ku têkoşîna wê ya ji bo edaletê û azadiya jinê pir girîng e. Êrîşa li dijî wê hem li dijî jinê û hem jî li dijî parazvanên mafên mirovan hatiye kirin. Êrîşa li dijî rêzdar Eren Keskin li me hemûyan hatiye kirin. Em wekî partiya ku edalet, demokrasî, mafên mirovan û mafê jinê diparêzin vê êrîşê şermezar dikin. Di vê pêvajoyê de divê em bêtir bên cem hev û bi hevre têbikoşin."   LI TIRKIYE HIQÛQ Û DEMOKRASÎ TUNE YE'   Buldan, anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet û demokrasî tune ye û wiha got: "Der barê parlamenterê HDP'ê yê berê Abdullah Zeydan de ewil biryara tahliyê didin û piştre li ser daxwaza dozger betal dikin. Dozgerên girêdayî Qesrê ev biryar îtîraz kirin. Di çarçoveya îtîrazê de Abdullah Zeydan carek din hat girtin. Biryara girtinê dan. Yên ev biryar îtîraz kirine demokrasî û aştiyê ceza dikin. Li vî welatî mirov Kurd, parazvanên mafên mirovan û parazvanê aştiyê be pir zor e. Lê em bawer dikin ku emê bi têkoşînê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em bêtir bibin yek û bêtir têbikoşin. Em dixwazin carek din diyar bikin ku em li pişt Eren Keskin in."   GARABETA HIQÛQÊ YE   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî spasiya xwe ji bo ziyareta HDP’ê anî ziman û wiha got: “Jinek ku êşên mezin dîtiye min ziyaret dike. Ev pir bi wate ye. Roja zaroka wê jêre bû, hevjînê wê hat qetilkirin. Em weki parazvanên mafên mirovan me ev yek ji nêzîk ve dît û em jiyan. Gelek hevalên me hatin kuştin. Ew qas însan hatin windakirin û kuştin. Tişta me dîtiye li gel van geşedanan pir hindik e. Ji ber ku miriyên me hene. Lê yên wan hêj winda ne û miriyê wan ne diyar e. Ger ku îro ev têkoşîna me berdewam dike, ji ber hurmeta em nîşanî miriyên xwe didin didome.   Duh Dîsa garabeta hiqûqê pêk hat. Di berdana Abdullah Zeydan de hiqûqa dijmin ket meriyetê. Dîsa îtîraz kirin û girtin. Divê ev yek tu car neyê ji bîr kirin. Kurdistanê her dem bi hiqûqek cuda hat rêvebirin. Îro jî Kurdistan bi hiqûqek cuda tê bi rêvebirin. Ev hiqûka mêtîngeriyê ye. Îro Kurd di navbera hiqûqa mêtîngeriyê û emperyalistan de asê maye. Şerekî mezin dide. Êşên mezin pêş dikevin. Roja ku ez hatim berdan min şerm kir ku kêfxweş bibim. Ji ber ku ez hatim berdan ez kêfxweş nebûm. Çend roj berê Brêz Selçuk Mizrakli û hevşaredarên din hatin girtin. Bi vê yekê nehatin ser destê wan kelepçe kirin û 10 saetan bi rîngê şandin Qeyseriyê."     'PÊTIR PÊDIVIYA ME BI PIŞTEVANIYÊ HEYE'   Keskîn, da zanîn ku çend roj berê meclîsa DYA'Yê biryara “Komkujiya Ermeniyan" erê kir û wiha axivî: "Êşên mezin û komkujiyên ku em nikarin li ser axa xwe niqaş bikin û bi wan re rû bi rû bimînin, kesên din niqaş dikin û biryar didin. Ev welat li ser navê berjewendiyê vê yekê niqaş dikin û biryar didin. Ji ber ku em niqaş nakin ew niqaş dikin. Îro bêtir pêdiviya me bi piştevaniyê heye. Yên vê piştevaniyê dikin pir spas dikim. Duh Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Ez bi hemû hestên xwe yên paqij carek din Roja Kobanê ya Cîhıanê bibîr tînim."    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku êrîşa li dijî Keskin li dijî nasnameya mafên mirovan pêk hatiye û wiha got: "Piştgrî û piştevaniya ji bo mafên mirovan îro pir girîng e. Di pêvajoya maên mirovan tê binpêkirin de divê teqez piştevaniya mafên mirovan xurt be."