Tûran: Biryarên li dijî partiya me biryarên hiqûqî yên şerin 2019-11-07 10:04:32 MÊRDÎN – Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, diyar kir ku biryarên siyasî, îdarî û hiqûqî yên li dijî partiya wan, biryarên hiqûqî yên şerin û got: “Ji ber ku desthilatdarî wê biçe, paketa darazê xist rojevê.” Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Ridvan Tûran, rêbazên siyasî, îdarî û hiqûqî yên li dijî partiya xwe, tayînkirina qeyûman û Paketa Reformê ya Darazê ya desthilatdariyê anî rojevê nirxandin. Tûran, diyar kir ku piştî ku desthilatdariya AKP’ê di hilbijartina dawî de têk çû, ji bo ku desthilatdariya xwe ava bike bi taybetî êrîş beşên mûxalîf dike.    ‘REJÎMA QEYÛMÊ DEWAM DIKE’   Tûran, da zanîn ku desthilatdariyê ji têkçûyîna xwe ya di hilbijartinê de tu ders dernexistin û wiha axivî: “Berevajî polîtîkayên xwe yên zilmê zêdetir kirin. Êdî ew jî dizanîn dawî li desthilatdariya wan hatiye. Ji ber vê tim êrîşî HDP’ê dikin û qeyûm tayînê 15 şaredariyên wê kirin. Bêguman êrîş û hewldanên dagirkirinê yên li dijî Rojava jî dewam dikin. Êdî ne pêkane ku ji vê yekê demokrasî derkeve. Desthilatdarî ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne, hemû amûrên di destên xwe de bi kar anîn.”   'DARAZÊ MÎNA HIQÛQA ŞER BI KAR TÎNIN’   Tûran, helwesta darazê ya li dijî parlamenterên berê yên partiya xwe jî rexne kir û wiha got: “Tu eleqeya vê bi darazê re nîne. Bi temamî ev hiqûqa şere. Bi biryarên qesrê êrîşên li dijî partiya me tên organîze kirin. Biryara herî dawî derbarê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeydan de hatin dayîn tu eleqeya xwe ya daraza edaletê ve tuneye. Ev hiqûqek şere. Wan weke dîlên siyasî digirin. Îro li Tirkiyeyê, edalet û hiqûq li gorî qesrê tevdigere. Biryarên darazê dûrî aqilane.”    ‘PAKETA DARAZÊ JI BO AVAKIRINA ÎMAJÊ YE’   Tûran, bal kişand ser “Reforma darazê” ya AKP anî rojevê û wiha bilêv kir: “Ji bo avakirina îmaja xwe ev paketa darazê kirin rojevê. Ji berê de jî derbarê vê paketa darazê de ramanên me zelal bûn. Lê ji xwe di çewherê desthilatdariya AKP’ê de demokrasî tuneye. Ji bilî xwe tiştekê nade tu kesê. AKP êdî pir tengav bûye. Ji ber vê dixwaze bide hîskirina ku ber bi demokrasiyê ve gav davêje. Ji xwe tu bendewariyeke me ya wîsan tuneye.”    ‘DAWIYA DESTHILATDARIYÊ HATIYE’   Tûran, dest nîşan kir ku ewê li dijî êrîşan berxwedana xwe mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku dawiya desthilatdariyê hatiye, wisan êrîşkar bûye. Bila kes bê hêvî nebe. Êdî dawiya vê pêvajoyê hatiye. Desthilatdarî wê biçe. Hemû tiştên tên jiyîn, ji bêhêziya desthilatdariyê ye. Her ku bêhêz dibin, zêdetir êrîşkar dibin. Di vî warî de, em ber bi dawiya vê pêvajoya ve diçin û em hemû niha şahidiya dîrokê dikin. Ji ber vê divê em hemû erkên xwe yên şoreşgerî di vê pêvajoya girîng de bi cih bînin. Weke ku tê zanîn, tu mal û milkê, top û tifingên HDP’ê tuneye. Tenê bi mîlyonan girseya wê heye. Em jî ji vê derê hêz digirin.”    MA / Ergin Çaglar