Arslan: Em bi rihê yekîtiya neteweyî diçin kongreyê 2019-11-07 10:11:47 AMED – Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku ew ê di 30’ê mijdarê de bi rihê yekîtiya neteweyî kongreya partiya xwe li dar bixin û divê ev rojeva lezgîn a kurdan neyê paşda xistin.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara “Em bi rihê yekîtiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” dê di 30’ê Mijdarê de li Enqereyê li dar bixe. DBP’ê piştî civînên xwe yên navendî biryara li dar xistina kongreyê girt.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan kongreya dê li dar bixin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Arslan diyar kir ku ji ber zext û sepanên antî demokratîk ên AKP’ê li Tirkiyê siyaseta demokratîk wateya xwe winda kiriye û got: “Ji bo tenê wateyek van sepanan heye. AKP wateyê li siyaseta demokratîk û hilbijartinê zêde nake. Bi rejîma yek zilamî her roj li Tirkiyê qanûnên tên binpêkirin. Îdia dikin ku vî welatî birêve bibin. Lê bi van ferzkirin û sepanên xwe yên li ser civak ûs siyasetê nikarin birêve bibin.”    'JI BO DESTKEFTIYÊN KURDAN EM TÊDIKOŞIN’    Arslan da zanîn ku tevî hemû zext û zordariyên li ser partiya wan û partiyên kurd jî ew di siyaseta demokratîk de israra xwe dewam dikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê me biryara kongreyê girt. Em wek DBP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û kurd destkeftiyên xwe qezenc bikin bi riyên demokratîk têdikoşin.”    'EM DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE BI ISRAR IN’    Arslan da zanîn ku DBP li dijî feraseta yekperest a li Tirkiyê ji bo pêvajoyek demokratîk, wekhev û aza dli pêş bikeve têdikoşe û wiha axivî: “Bi salane li qada siyaseta demokratîk li gel hemû astengiyan jî em wek DBP’ê ji bo berpirsiyariya li hember gelên me em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Ji ber vê yekê jî em di şertên zehmet de têdikoşin. Hevseroka me ya giştî Sebahat Tuncel jî di nav de gelek rêveberên me girtî ne. Mixabin AKP ji bo ku partiya me bêfonksiyon bike van zextan dike. Bi girtinan dixwazin partiya me nikaribe biaxive. Tevî vê yekê em dibêjin divê qada siyaseta demokratîk vekirî bimîne û birêvebirina siyaseta demokratîk û pirsgirêk werin çareserkirin em ê kongreya xwe pêk bînin. Em ê ji bo pirsgirêkên li Tirkiyê û derbarê pirsgirêka kurd de ramanên xwe bînin ziman.”    'EM JI BO HDP’Ê VEKIŞIYAN’    Arslan anî ziman ku beriya kongreyê wan lig elek bajar û navçeyan rêxistinên xwe fesh kirine û got: “Me tenê rêxistinên xwe yên li Dîlok, Amed, Wan û Mêrdînê parast. Sedema vê jî ew e ku li Tirkiyê bi taybetî li dijî siyaseta demokratîk a kurd gelek êriş hene. Îro li Tirkiyê rastiya HDP’ê ku siyaseta demokratîk a krud û muxalafetek sereke ya li Tirkiyê dike heye. Em jî partiyek ku pêkhateya HDP’ê xurt dikin e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê em yek ji partiyên herî bi hêz in. Ji hin bêtir HDP xurt bibe û fikra HDP’ê li Tirkiyê were rûniştandin me biryar girt ku em di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna xwe ya demokratîk birêve bibin. Ji ber vê yekê jî em neçarbûn pozîsyona rêxistinkirina xwe birnirxînin. Li gelek qadan em di leha HDP’ê de vekişiyan û me vê biryarê xist meriyetê.”    Arslan diyar kir ku ji bo çareseriyên pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyê û bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka kurd dê li her deverê gotinên xwe bînin ziman û xebatên xwe dewam bikin.    'ME XWE PAŞ VE NEKIŞANDIYE’    Arslan da zanîn ku ji bilî 4 bajaran feskirina rêxistinên xwe din divê wek qelsiyê neyê nirxandin û got: “Ev ne paşde kişandinek e. Ji bo HDP bêtir bi hêz siyaset û xebatek rêxistinkirî bimeşîne me van rêxistinên xwe fesh kir. Têkoşîna me dewam dike.”    'YEKÎTIYA NETEWEYÎ LEZGÎN E’    Arslan destnîşan kir ku ew bi rihê yekîtiya neteweyî ya kurd dê kongreya xwe li dar bixin û wiha got: “Di nav kurdan de êdî yekîtiya neteweyî rojevek bi qasî ku neyê paşda xistin lezgîn e. Gelê kurd her dawî di êrişên li dijî Rojava de dît ku tekane mîsogeriya rizgariyê heye ew jî yekîtiya kurdan e. Ji ber vê yekê kurd ji aliyê serdestan ve dabeşî 4 parçeyan kirine. Halbûkî kurd yek parçe ne. Kudistan Kurdistan e. Hêviya me ew e ku di sedsala 21’ê de kurd bibin yek.”    HER KESÎ VEXWEND KONGREYÊ    Arslan hem bang li Tirkiyê hem jî li gelên Kurdistanê kir û xwest her kes li dijî faşîzma li ser wan tê ferzkirin ji bo azadiyê û demokrasî li pêş bikeve li derdora DBP’ê bibin xelek û hemû aliyan vexwend kongreya partiya xwe ya di 30’ê mijdarê de dê pêk were.    MA / Mehmet Şah Oruç