HDP'ê şerh danî ser pêşnûmeqanûna nû ya bacê 2019-11-07 12:16:35   ENQERE - HDP'ê şer danî ser pêşnûmeqanûna nû ya bacê ku hin sererastkirinan bi xwe re tîne û diyar kir ku sererastkirin rayeyên herêmî xestp dike û li dijî vê yekê rayeyên serokkomar berfireh dike.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerha muxalefetê danî ser Pêşnûmeqanûna Têkildarî Guhertinên Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya Hejmara 375'an de û Qanûna Baca Xizmetên Dijîtal û Hin Qanûnan. Pêşnûma sererastkirinên mîna beşên nû û zêdekirina rêjeyê li terîfeya baca dahat, avahiyên giranbiha, vegirtina qonaxê û xizmetên dijîtal dihewîne nav xwe.     HDP'ê bi awayekî hûrgilî şerh danî ser vê pêşnûmeqanûna ku ji aliyê AKP'ê vê pêşkêşî meclisê tê kirin û diyar kir ku pêşnûmeqanûn rayeyên herêmî xestp dike û li dijî vê yekê rayeyên serokkomar berfireh dike.