HAK-PAR’ê banga ‘peymana yekîtiya neteweyî ya kurd’ kir 2019-11-08 13:52:47 AMED – Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr da zanîn ku ji bo yekîtiya kurdan pêk were pêwîste peymanek hevpar û neteweyî bikeve meriyetê.    Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr û rêveberên partiya xwe li Lokala Baroya Amedê bi rojnamegeran re civiya û berisva pirsên rojnamegeran da. Epözdemîr diyar kir ku piştî wan kongreya xwe ya 8’emîn li dar xistiye biryarên girîng girtine û yekîtiya neteweyî ya kurd ji bo wan gelek girîng e.    ‘ÊRÎŞAN GIRAN LI SER 4 PARÇEYAN HEYE’    Epozdemîr anî ziman ku dewletên dinyayê li dijî zilma li ser kurdên çar parçeyan dijîn pêk tê bêdeng mane û got: “Kes nikare bikeve pêşiya azadiya kurdan. Li Îranê kurd tên darvekirin. Li Başûr êriş li dijî biryara referandûmê hatin kirin. Li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan bi destên hêzên emperyalîst êriş pêk tê. Li Tirkiyê li dijî kurdan rewşek faşîzmê heye. Pêwîste ev êriş demildest bi dawî bibin. Ji bo vê yekê wezîfe dikeve ser milên me.”    ‘FEDERASYON LI TIRKIYÊ JÎ DIKARIN BIXIN MERIYETÊ’   Epozdemîr hişyar kir ku heke zîhniyeta yekperest a li Tirkiyê dewam bike dê pirsgirêk zêdetir bibin û li şûna zîhniyeta yekperest divê pergalek demokratîk û azadîxwaz were avakirin û dikarin ev yek dikare bi vê yekê were rawestandin.    Epozdemîr got: “Li şûna pevçûn, zilm û zextan divê aştî esas bê girtin. Lazime aştî pêk were. Daxwaza federasyonê ku li dinyayê hemû heye lazime ji bo Tirkiyê jî bixin meriyetê.”    ‘JI BO YEKÎTIYÊ DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER WERIN AVÊTIN’    Epozdemîr destnîşan kir ku rihê “yekîtiya neteweyî” li pêşiya êrişên bi sedan salane li ser destkeftiyên kurdan dewam dikin bibe asteng û got: “Yekîtiya kurdan gelek girîng e. Pêwîste peymanek hevpar û yekîtiyê were avakirin. Niyet girîngê lê divê gavên şênber werin avêtin.”