Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin 2019-11-09 13:52:43   MÊRSÎN - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di civîna meclîsa HDK'ê ya Mêrsînê de diyar kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de neçareseriya pirsgirêka Kurd heye û wiha got: "Ji bo li vî welatî hemû pirsgirêk bên çareserkirin divê berî her tiştî pirgsirêka Kurd bê çareserkirin.    Meclîsa Bajar a HDK'ê ya Mêrsînê, bi tevlêbûna Hevberdevka Giştî ya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit li Daristana 68'an a Mêrsinê civîna bi taştê li dar xist. Hevberdevka Gişti ya Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku dema AKP di sala 2002 de derket ser dikê ji ber sozên dan gel derket ser dikê û wiha got: "Niha dijberî sozên xwe tev digere. AKP'e hemû mafên civakê û azadî bi sînor kirin û qedexe kirin. Hiqûq ji holê rakir. Polîtîkayên Neoliberal pêş xistin. AKP bû partiya sermayedaran û xizanî pêş xist. AKP her ku pêş de çû bêtir îktîdara xwe kûr kir. Her tişt xist bin kontrola xwe. Em wekî HDK û HDP'ê ji bo li Tirkiye çareseriyê ji demokrasiyê re bibînin têdikoşin. Hemû têkoşîna me ji bo demokrasiyê ye. Nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî pirsgirêka Kurd û li diî hemû pirsirêkên li Tirkiyeyê dişibin hev. Ger ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de neçareseriya pirsgirêka Kurd heye.    Koçyîgît, bal kişand ser niqaşên butçeyê jî û wiha axivi: "Îro komek sermayedar bi van niqaşên bacê sermayeya xwe duqat mezin dikin. Zengîn bêtir zengîn dibin. Xizan bêtir xizan dibin. Zarokê ku nikare pantolon ji zarokê xwe re bikire întîhar dike. Ji ber xizaniyê 4 bira li malekê întîhar dikin. Li Tirkiyeyê êdî xizanî û koçberî heye. Em neçar in ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin."