Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye 2019-11-10 14:11:20   MÊRDÎN -  Rêxistina HDP'ê ya Artukluyê kongreya xwe ya navçeyê pêk anî. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, bal kişand ser girîngiya Neteweya Kurd û got: "Ya ku Kurdan ji êrîş û şer bi parêze yekîtîya Neteweyî ye."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Artukluyê 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endamên Meclîsa HDP'ê, endamên Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û gelek kesên din amade bûn. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, bal kişand ser girîngiya Neteweya Kurd û got: "Ya ku Kurdan ji êrîş û şer bi parêze yekîtîya Neteweyî ye. Ger ku em bibin yek em dikarin vê pêvajoyê xurd derbas bikin. Divê em yekîtiya neteweya Kurd ava bikin. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn divê em yekîtiya xwe ava bikin. Wê demê em dikarin li dijî şer rawestin. Ya din jî Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê em yekîtiya Eniya Demokratîk a Tirkiyeyê ava bikin."    Piştî axaftinan rapor hatin xwendin. Piştî raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Bekîr Bag û Remziye Abika  Hevserokên HDP'ê yên Artukluyê hatin hilbijartin.