‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye' 2019-11-22 11:31:26 ENQERE - Serokê Giştî yê SYKP'ê Canan Yuce, banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê weke banga bihevrebûna hemû hêzên demokrasiyê nirxand. Cigîra Seroka Giştî ya Partiya Kedê Şukran Dogan jî destnîşan kir ku çareserî têkoşîna bi hev re ye.  Nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên sivîl deklerasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 20'ê Mijdarê de nirxandin.    EMEP: ÇARESERÎ RÊXISTINBÛYÎNA BI HEV RE YE    Cigîra Seroka Giştî ya Partiya Kedê Şukran Dogan, diyar kir ku biryara HDP'ê girtiye, li gorî konjonktûra îro rast e û wiha got: "Feydeya terkirina destleftiyên hatine qezenckirin, ji têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê tuneye.  Divê HDP'ê weke hilbijartinên herî dawîn, bi eniyeke berfireh re bê gel hev û li derdrora daxwazên demokratîk û aborî têkoşînê bi hev re rêxistin bike. Çareserî ev e. Banga hilbijartina pêşwaxt ji bo me mijareke nîqaşê ye. Weke partî me hê vê mijarê nîqaş nekiriye. Qelskirina AKP'ê û guhertina desthilatê, tenê bi hilbijartineke pêşwaxt çênabe. Divê hêzên ked û demokrasiyê bên gel hev û toreke platformê ya têkoşînê vekin."   PARTIYA ŞOREŞGER: EM JI HÊZA XWE BAWER IN   Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, diyar kir ku li dijî gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê bêtemûliyeke mezin heye û ev tişt got: "Partiya muxalefetê ya sereke dagirkirin û êrîşên berjewendiyê erê kir. Bêdengiya xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman parast. Em di wê baweriyê de ne ku xeta têkoşînê ya esasî kuçe û kolan in. Li gel ku em bawer nakin tenê bi sindoqê pirsgirêk bên çareserkirin jî girîngiyê didin banga HDP'ê ya hilbijartina pêşwaxt."   SYKP: BANGA BIHEVREBÛNA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE    Serokê Giştî yê Partiya Ji Nû Ve Damezrîner a Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, diyar kir pêkhateyên ku li dora HDP'ê kom bûne, destkeftiyan bi hêsan qezenç nekirine û wiha got: "Paşdevekişandina ji van desfketiyan dê kêrî AKP-MHP'ê bê. Ji ber vê sedemê biryara HDP'ê di cih de ye. Divê ku em hê bêtir li qada demokratîk têkoşîna xwe mezintir bikin. Banga HDP'ê ya hilbijartina pêşwaxt jî banga bihevrebûna hemû hêzên demokrasiyê ye."   SES: JI BO AŞTIYÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNİN   Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden, da zanîn ku desthilat bi hemû hêza welat ber bi rûxandinê ve dibe û wiha got: "Li dijî vê yekê divê em bi siyaseta demokratîk rawestin. Ji bo hatina azadî, demokrasî û aştiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di pêvajoyeke wiha de ev civîn bi qîmet û wate bû."      DÎSK: BIRYARA HDP'Ê BI QÎMET E   Nûnerê Herêma Enqereyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Tayfun Gorgun jî diyar kir ku biryara HDP'ê bi qîmet e û ev tişt anî ziman: "Diviyabû ku keda bi salan bihata parastin. Îro di rêveberiyên herêmî û Meclisê tu hiqûq tuneye lê ev êrîşên dawîn ên AKP'ê ne. Divê ku li dijî vê yekê em bi neynok û diranên xwe destkeftiyên xwe biparêzin. Çûyîna hilbijartina pêşwaxt êdî pêwîstiyeke. Daxwaza vê yekê jî peywira herkesê ku daxwaz û parastina demokrasiyê dikeye."    MA / Zemo Aggoz