Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe 2019-11-23 09:02:50 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku partiya wan amadekariyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5'an temam kirine û got: "Em li benda gelê xwe û dostên xwe ne."  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wê bi dirûşmeya "Bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi azadiyê ve" Kongreya Asayî ya 5'an li dar bixe. Kongre wê roja 30'yê Mijdarê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê saet di 10:00'an de dest pê bike. Vexwendnameyên kongreyê bi kurdî û tirkî hatine amadekirin. Vexwendname bi îmzeya Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mehmet Arslan û Sebahata Tûncel hatin amadekirin û ji partiyên kurd, pêkhateyên HDP'ê, sendîka û gelek sazî û dezgehan re hatin şandin.    ARSLAN: EM LI BENDA GELÊ XWE NE    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku ew ê bi ruhê yekîtiya neteweyî kongreyê li dar bixin û got: "Di vê serdema ku li Kurdistan û Tirkiyeyê faşîzm veguheriye rejîmeke asayî, rêbazên demokratîk bêwate hatine hiştin, em bang li gelê xwe dikin ku ji bo rawestandina dagirkirina Rojava, tayînkirina qeyûman li dor DBP'ê xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê bilind bikin."    MA / Mehmet Şah Orûç