Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin 2019-11-23 10:51:00 STENBOL – Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Abdullah Levent Tuzel da zanîn ku bi “siyaseta şer” bersiv ji daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê kurd re tê dayîn û got: “Daxwazên mafdar ên kurdan ku siberoja xwe diyar bikin hene.”  Cîgirê Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Abdullah Levent Tuzel êrişên Tirkiyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Tuzel da zanîn ku ji roja dewleta Tirkiyê ava bûye bi feraseta senteza “Tirk-Îslamê tê birêvebirin û ev feraset li dijî rastiya Tirkiyê ye. Tuzel da zanîn ku her çiqas Tayîp Erdogan bêje ‘pirsgirêka wan bi kurdan re tune ye jî’ lê ev yek ne rast e û got: “Di operasyona li dijî Sûriyê de hat nîşandan ku ev êriş li dijî hebûna gelê kurd e û dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin.”    'TIRKIYE NEÇARESERIYÊ MEZIN DIKIN’    Tuzel da zanîn ku piştî ewqas êşên herî giran ên hatine serê gelê kurd bigîhîje siberojek demokratîk. Tuzel anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên DYA û Rûsya her ku diçe ber bi çiravê ve diçe û nikare çareseriyê li pêş bixe û neçareseriyê mezin dike.    'KURD LI QADA NAVNETEWÎ DENG VEDAN’    Tuzel destnîşan kir ku têkoşîna hebûna xwe ya neteweya kurd li çar parçeyan dide bandora xwe li ser hevpeymanên navdewletî jî kiriye û got: “Divê propaganda reşkirinê ya li ser gelê kurd baş ji xelkê re were vegotin. Nijadperestiya li dijî kurdan geş dikin. Feydeya wê li kesî nabe. Bi ‘siyaseta şer’ bersiv ji daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê kurd re tê dayîn. Daxwazên mafdar ên kurdan ku siberoja xwe diyar bikin hene. Zirar û windahiyên di israrkirina şer de li holê ne. Gelê kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşîyan û mirovahiyê parastin. Tişta ku di vir de dikeve ser milê Tirkiyê divê li cem gelê kurd bisekinin.”    MA / Mehmet Halît Çetînbaş