Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin 2019-11-25 14:45:59 ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruha Olûç bersiva îktîdarê ya da banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê rexne kir û got: “Hemin hûn ji îradeya gel natrisin, lê gav biavêjin.”  Wekîlê Koma Serokê HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîn li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Olûç bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî Li Dijî Tundiya ser Jinan bal kişand ser daneyên kuştina jinan û got her roja diçe tabloya kuştin û şideta jinan xeternak dibe. Oluç anî ziman ku helwesta îqtîdarê ya li dijî jinan kuştina jinan zêdetir dike. Olûç da zanîn ku daxwaza îqtîdarê ya rakirina Peymana Stenbolê dike ku şideta li ser jinan meşrûj bibe û ev zîhniyeta şidet û kuştinê bidome.    ‘SOYLU DIJMINÊ JINAN E’    Olûç da zanîn ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kesek bi dijminahiya jinan navê wî derketiye û got: “Li ser fermana Soylu li her deverê xebatên jinan tên astengkirin û qedexekirin. Li ser fermana wî hevalên me jin tên binçavkirin. Li hember şideta li ser jinan xala ku zîhniyeta zilam-dewletê gihîştiyê ev e.”     ‘HEVŞAREDARÊN ME BI DEREWAN HATINE GIRTIN’    Olûç bal kişand ser girtina hevşaredarên HDP’î û got di serî de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û hevşaredarên wan di encama derewên “şahidên nepen” de hatine girtin û girtina ne hiqûqî ye. Olûç got Selçûk Mizrakli bijîşkek ku ji aliyê gel ve tê hezkirin û bi salan wî xizmeta tenduristiyê ji bo gel kiriye.    ‘HÊZÊN TARÎ DIPARÊZ IN’    Olûç bal kişand ser danişîna doza 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û got wan roja ewil gotibû li pey vê komkujiyê hêzên tarî hene û gotina wan digot îro rast derketiye û dixwazin van hêzên tarî ji raya giştî veşêrin û ev jî felaketa hiqûqa Tirkiyê nîşan dide.    ‘ÎQTÎDARÊ REWABÛNA XWE WINDA KIRIYE’   Olûç diyar ki ku îqtîdarê tayînkirina qeyûman û êrişên li dijî partiya wan rewabûna xwe winda kiriye û hebûna xwe li ser dizîkirin û desteserkirina îradeya gel birêve dibe.    REWŞA ABORIYÊ    Olûç behsa aboriya Tirkiyê ku krîzek kûr bi xwe re tîne jî kir û got aboriya Tirkiyê li ber felaketek mezin e.    ‘JI ÎRADEYA GEL NATIRSIN, GAV BIAVÊJIN’     Olûç bersiva îktîdarê ya da banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê rexne kir û got: “Hemin hûn ji îradeya gel natrisin, werin em div ê mijarê de gavan biavêjin û kêliyek beriya kêliyekê bikin ku îradeya gel derkeve holê û îradeya gel temîn bikin.”