Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin 2019-11-25 15:55:51 DÎLOK – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku li Dîlokê Hevserokê Partiya wan Muslum Kiliç jî di navde 25  hevalên wan hatine girtin û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin deriyê rêxistina me ya Dîlokê kîlîd bikin. Di sucdariyê de dibêjin 'Hûn ji rêxistinê fermanê distînin' Raste rêxistina wan heye. Yên li serê vê rêxistinê jî em in. Ferman jî heye û giştîname jî heye."  Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve di 14'ê mijdarê ve li dijî endam û rêveberên HDP'ê ya Dîlokê operasyonhatibû destpêkirin. Di operasyonê de Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Muslum Kiliç jî di navde 54 endam û rêveberên HDP'ê hatibûn binçavkirin. Di nava wan de Muslum Kiliç jî heyî 25 kes hatin girtin. Têkildarî operasyona li dijî endam û Rêveerên HDP'ê ya Dîlokê, Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier tev li civînê bûn.    Li salonê pankarta “Zext me bêzar nakin" vekirin û dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul axivî û got: "Li bajar di 14'ê mijdarê de bi armanca HDP'ê kriminalize bikin li Dîlokê mînaka xwe nîşan da. Li bajar bi salan e HDP, DBP û KCD'ê xebat meşandiye. Xwetin wekî "Operasyona mesin a PKK/ KCKê " di nava cemaweriyê de pênase bikin û hişekî ava bikin. Bi vê yekê dixwazin rê li pêş siyaseta demokartîk bigirin. Waliyê Dîlokê di daxuyaniya ewil de got ‘Operasyona Mezin a PKK/KCK'ê. Bi drone û helikopteran operasyon hat li dar xistin." 54 hevalên me hatin binçavkirin û 25 hevalên me hatin girtin. Operasyona ku wekî PKK/KCK'ê pênase dikin li dijî endam û rêveberên HDP’ê pêk hatiye. Tev xebatkar û rêveberên me ne. Dixwazin xebatên me dijzagonî nîşan bidin. Bi hinceta endamên OHD’ê ne der barê 11 parêzeran de mafê parastinê ji destê wan girtin. Mafê parastinê asteng kirin."    Cîgirê Hevserokê HDP'ê Alican Onlu jî diyar kir ku li Dîlokê Hevserokê Partiya wan Muslum Kiliç jî di navde 25  hevalên wan hatine girtin û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin deriyê rêxistina me ya Dîlokê kîlîd bikin. Di sucdariyê de dibêjin 'Hûn ji rêxistinê fermanê distînin' Raste rêxistina wan heye. Yên li serê vê rêxistinê jî em in. Ferman jî heye û giştîname jî heye."    OZTURK: HÛN LI GORÎ ÇI DIBÊJIN TERORÎST    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî operasyon şermezar kir û got: "Dixwazin bi van operasyon û girtinan xebatên KCD'ê terorize bikin. Muameleya ‘terorist’ bi endam û rêveberên me dikin. Hûn li gorî kijan pîvan û rêgezan dibêjin terorist? Kijan xebat kiriye. KCD, li vî welatî ji bo aştiya hemû gelan xebatê dimeşîne. Li gori vê armancê xebatan dike. "