Koçyîgît: Pêşxistina serhildanan berpirsiyartiyeke dîrokî yeOzturk: Em ê aştiyeke birûmet ava bikin 2019-11-30 14:33:52 ENQERE - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a di kongreya DBP’ê de axivî, diyar kir ku îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, anî ziman ku ew ê binesaziya demokrasiyê ava bikin û got: “Em ê demokrasî û aştiyeke birûmet bi ser bixin.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Konferansê ya Navenda Bazirganî ya Cîhanê li dar xist. Kongre bi axaftina mêvanan dewam dike.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gûlîstan Kiliç Koçyîgît, di kongreyê axivî û wiha got: “Sebahat Tûncel, di kongreyeke din a asayî de ji girtîgehê bangî me kir. Ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve êrîşên mezin li ser hemû destkeftiyên me hene. Lê li dijî van êrîşan berxwedanek mezin jî heye. Desthilatdariya heyî, li ser tunekirina kurdan û tesfiyekirina siyaseta demokratîk dixwaze hebûna xwe dewam bike. Yên ku li hemberî tunekirina vîna me bêdeng dimînin, wê di pêşerojê li hemberî tiştên li Tirkiyeyê rû bidin nekarin tiştekê bêjin.”   ‘AKP Û MHP NAXWAZIN KURD PÊŞENGTIYÊ BIKIN’   Koçyîgît, da zanîn ku AKP dixwaze kurdan krîmînalîze bike û wiha bilêv kir: “Bi vê dixwazin têkoşîna kurdan sînordar bikin. Îro kurd li ser vê erdnîgariyê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk dikin. Lê Rejîma AKP û MHP’ê naxwazin kurd pêşengtıyê bikin. Dixwazin siyaseta xwe ya tetîkkêş bi pergalî û daîmî bikin. Ji ber vê êrîşî Rojava, Efrîn û Şengalê dikin. Belê, wisan difikirin ku gelê kurd ên li çar parçayên Kurdistanê bi statuya xwe ya siyasî, dê wan tune bikin. Ji ber vê ketine nava liv û tevgerê. Ya ku hebûna me ava dike civakbûyîna me ye. Yên ku heya roja îro em anîn gelê me û serhildanên me ne.  Ji ber vê dibêjim îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye.”   OZTURK: EMÊ AŞTIYEKE BIRÛMET BI SER BIXIN’   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk piştî axaftina Koçyîgît axivî.    Ozturk, anî ziman ku zextên li ser kurdan dewam dikin û wiha got: “Şerekê bi bîrdozî tê meşandin. Zilmkar her tim behsa azadiyan dikin, lê demokrasiya ku em dizanin demokrasiya gelane. Ger siyaset tenê ji bo komekê pêş bikeve, wê demê navê wê nabe demokrasî. Dê navê wê bibe dîktatorî û faşîzm. Em îro vê yekê li Rojava dijîn. Hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe li Rojava dimînin. Gelên Rojava li dijî DAIŞ’ê bedelên mezin dan. Îro hemû gelên cîhanê deyndarê Rojava û Kurdane.”   'DIVÊ EM YEKITIYA NETEWEYÎ AVA BIKIN'   Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên hêzên emperyalîst ên li dijî gelan bi kar tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim partî û serok tên guhertin, lê raman hertim eynî dimîn in. Îro Birêz Ocalan li dijî vê hişmendiya faşîst, rê û rêbazên demokratîk daniye holê. Ji ber vê yekê berpirsiyartiyên mezin dikevin ser milên me. Îro di DBP’ê de têkoşîna gelan heye. Gel çi bêje ewê li gorî wê tevbigere. Em ê binesaziya xwe ya demokratîk ava bikin. Em ê demokrasiyê û aştiyeke birûmet bi ser bixin. Birêz Ocalan jî tim behsa yekitiya neteweyî dike. Desthikatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dixwaze yekitiya me parçê bike. Gelo me di Kobanê de çi kir? Em xwedî fiker û ramanek birdozî ne. Divê em vê yekitiyê di çar parçeyên Kurdistanê de jî ava bikin. Ev daxwaza gelê. Ger em vê yekê bi ser nexin, emê li hemberî dîrokê sûcdar bin.”