Wekîla HDP’ê Gunay: AKP’ê xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe 2019-11-30 15:51:10 MÊRDÎN - Wekîla HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tayînkirina qeyûman êrîşên li dijî destkeftiyên jinane û got: “Hikumeta AKP’ê, xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, derbarê tayînkirina qeyûman û girtinên hevşaredarên Şemrexê, Stewrê û Dêrikê de daxuyanî da çepemeniyê. Rêxistina HDP’ê xwest daxuyaniyê li ber Avahiya Bajêr a Partiyê bide, lê polîsan bi hinceta qedexeya çalakiyan a biryara Walîtiya Mêrdînê destûr nedan. Li ser vê yekê daxuyanî di hûndir avahiyê de hat dayîn. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Salîh Kûday di daxuyaniyê de axivî û got: “Zextên li ser partiya me zêde bûne. Endam û rêveberên em tên girtin û binçavkirin. Em van girtin û binçavkirinan şermezar dikin.”   ‘MASÎ JI SERÊ XWE BÊHN DIDE’   Dûre parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, axivî û bal kişand ser polîtîkatiyên qeyûman ên hikumeta AKP’ê. Gunay, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gelê kurd tune dihesibînin û wiha got: “Em biryara qedexeya çalakiyan a walîtiyê şermezar dikin. Walî ditirse ku emê wî şermezar bikin. Ji ber vê destûr nade ku em daxuyaniyên xwe derve de bidin. Masî ji serê xwe bêhn dide. Yê serî çawan ku bêhn dide, wê yên binî jî wisan bêhn bidin.”    ‘ÊRÎŞÎ DESTKEFTIYÊN JINAN DIKIN’   Gunay, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûan û girtina hevşaredaran êrîşê destkeftiyên jinan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevşaredarên me bi hincetên şahidên nepen girtin. Emê tim xwedî vê vîna xwe derkevin. Hikumeta AKP’ê, xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe. Qeyûm dizî û xespe. Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe û hevalên me bên berdan. Emê berxwedana xwe dewam bikin.”