Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye 2019-12-23 09:02:11 MÛŞ –Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Salîm Kaplan, diyar kir ku AKP bi qeyûman pergal û rejîmek nû ava dike û wiha got: "AKP bi tayînkirina qeyûman dixwaze rejima nû ava bike."  HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên herêmî de tevî hemû astengî û hîleyan 71 şaredarî ji destê qeyûnan xelas kir. Lê piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de 71 şaredarî qezenç kir, vê carê bi hîleya KHK'î ne mazbata 6 hevşaredana nedan wan û li şûna wan namzetê AKP'ê wekî şaredar tayîn kirin. Dîsa gelek şaredarî jî bi destê YSK'ê hatin xezpkirin û hîleyên hatin kirin li ber çavan nehatin girtin. AKP bi vê yekê jî nehat ser û di 19'ê Tebaxê de dest bi tayînkirina qeyûman kir. Di 19'ê Tebaxê de ewil qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Piştre gav bi gav qeyûmtayînî ser şaredariyan kirin. Heta niha bi giştî qeyûm tayînî 32 şaredariyan kirin û 22 Hevşaredar girtin. Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Salîm Kaplan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: "AKP bi qeyûman pergal û rejîmek nû ava dike. AKP dixwaze rejima nû bi qeyûman ava bike."    Kaplan, 30 mehên di navbera 11'ê Îlona 2016'an heta 31'ê Adara 2019'an wekî dema yekemîn û piştî 31'ê Adarê jî wekî dema duyemîn pênase kir û wiha axivî: "Di dema ewil de ÎQtîdara AKP'ê bi boneya hebûna xwe berdewam bike qeyûm tayîn kirin. Hemû butçeya şaredariyan li hevkarên xwe belav kir. Hemû çîna navîn li dora xwe kom kir. Piştî 31'ê Adarê jî êdî dixwaze bi polîtîkayên qeyûm pergala nû ya rejîmê ava bike. Dixwaze li vî welatî rejîmek nû ya yek zilamî ava bike. Ev jî modela AKP’ê ye."    Kaplan, destnîşan kir ku ji bo şaredariyên wan qezenç kirine nikarin xebatê bikin hesabê şaredariyê bloke kirin û dest danîn ser hesabê şaredariyê û wiha got: "Minaka vê yekê Şaredariya Qersê ye. "Ji butçeya şaredariyê û meaşê karkeran heciz danîn ser. Divê hecizê danîne ser meaşê karker û butçeya şaredariyê. Lê Banka Bajaran dest danî ser meaşên personel û karkerên Şaredariya Qersê. Hecîz danî ser heqê wan. Ger ku ev bi qeyûmê ji dest dernexistibe jî bi rêbazên din dixwazin wê bloke bikin. Hemû astengî û zahmetiyên giran derdixin pêş. Ji bo hevşaredarên me xizmetê nebin gel her tiştî dikin. Dixwazin dest û lingê şaredariyên me girê bidin û wan bê tesîr bikin. Lê têkoşîna me ya bi gel re van lîstikên wan zû teşîr dike. AKP dixwaze rêveberiyên herêmî ji navendekê ve bi rêve bibe. Bi rêya qeyûman dixwaze rêveberiyawan bi navenda xwe ve girê bide. Em vê yekê li dema qemûmê Mêrdînê dibînin.  Di 30 mehên qeyûm ên Şaredariya Mêrdînê de gelek nelirêtî derketin holê. Ev yek bi raporan derket holê.    ARMANC DIKE KU HAFIZAYÊ TUNE BIKE Û CIVAKÊ PERÇE BIKE   Kaplan, anî ziman ku bi pergala qeyûman dixwaze hemû nirx û destkeftiyên kurdan ji holê rake û perçe bike û wiha lê zêde kir: "100 salin polîtîkaya bişaftinê dimeşîne. Niha bi rêbaza qeyûman vê polîtikayê dixe meriyetê. Qeyûm ewil dest dirêjî pergala pir zimanî û pirçandiyê dikin. Ewil tabelayên pir zimanî dadixin xwar. Dîsa dest dirêjî destkeftiyên jinan dikin. Hemû nirxên aydî civakê tune dikin û belav dikin. Êrîşî nirxên civakê dikin. Dixwazin civakê bê hafiza bihêlin. Li Cizîrê peykerê Orhan Dogan, li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî, li Qoserê peykerê Ugur Kaymaz û li Nisêbînê Bîrdariya Newrozê hilweşandin. Li Peyasê peykerên kesên li Roboskê bi balafirên F16 bedena wan perçe perçe bûbûn, hilweşand. "    Kaplan, tayînkirina qeyûm a Şaredariya Urla jî bibîr xist û bang li CHP'ê û hemû hêzên muxalif kir ku bêdeng nemînin. Kaplan, xwest li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin da ku dor neyê wan jî.    MA / Cemil Uğur