Yildirim: Tirkiye wê winda bike 2017-09-20 15:37:45 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, der barê hewldana Tirkiye ya ku dixwaze mudaxaleya Kurdistana Başûr bike, diyar kir ku eger Tirkiye mudaxaleya leşkerî bike dê winda bike û wiha got: "Tirkile li Sûriye şaşî kir û winda kir. Em naxwazin Tirkiye li Başûr jî winda bike. Ya winda bike mirovên vî welatî ye."  Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Yildirim, der barê geşedanên rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî.  Yildirim, ewil der barê salvegera kuştina Niviskar û Rewşenbirê kurd Musa Anter (Apê Musa) de axivî û wiha got: "Di sala 1992’an de kemînek xayin li pêş Musa Anter danîn û ew Taxa Seyrantepe ya Amedê qetil kirin. Mîrateya wî îro fikra me ronî dike û hêzê dide têkoşina me. Di sala 1992’an de Apê Musa yê 74 salî hat kuştin. Li vi welatî hişmendiya 'faîl nediyar" bi awayekî diyar didome. Ji wê demê heta niha cudahiyek heye. Wê demê faîl veşari bûn. Lê niha faîl aşkere qetil dikin. Heta niha kujerên wê demê nehatin ronîkirin. Ji bo kesên hatin revandin dixwestin xwe bigînin Demirel. Lê Demirel her çend hewl dida jî nekarîbû encamê bi dest bixe. Yê îro vê yekê dimeşîne hemû îktidara siyasî ne. Berê dewlet bû niha îktidara siyasî ye. Niha vê kuştinê û wêrankirinê diparêze. Di kuştina berxwedana Geziyê de jî wisa bûn. Çima kuştina Ethem û Alî Îsmail ronî nakin. Ev welat kirine gola xwînê. Serokê partiya Îktîdarê vê yekê diparêze. Bi xwe got 'Tu kesên siyasî cinayetên salên  90’an nedan ser xwe. Lê ew didin ser xwe.    'DI KONGREYÊN AKP'Ê DE SELFİE HENE'    Yildirim, bal kişand ser êrîşkanên cenazeyê Dayika Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk Hatun Tugluk jî û wiha got: "Di salên 90’an de yên êrîşî goran jî dikirin û yên bi wezîr re wêne dikişandin jî nedihatin dîtin. Lê niha kî dixwaze êrîş dike. Kî dixwaze diçin li qereqolê bi wezîran re wêne dikişîne. Ne tenê bi weziran re wêne kişandine. Di kongreyên AKP'ê de selfie jî kişandine. Ji bo çavên mexdûran bigirin tenê ji êrîşkaran 7 kes binçavkirin û 3 kes girtin. Çima ji xala 2911’an a muxalefetê wan nagirin."    'BAJARÊN KURDAN LI BER SRÛDA FERMÎ YA DEWLETÊ XERA DIKIN'    Yildirim, bal kişand dîmen û vîdeoyên ku polîs û leşkeran li Şirnexê kişandine û parve kirine û wiha got: "Dema mirov li wan vîdeoyan dinere tê dîtin ku bi kijan hestên neteweyî Şirnexê xera dikin. Em dibînin ku bi hestên nijadperesti û şoven Şirnexê ser û bin dikin. Dewlet bi sirûdê neteweyî bajarê kurdan xera dike. Bajarê kurdan çawa tê xerakirin ji aliyê hêzên dewletê ve aşkere dibe. Xerakirina Sûr Gevre û Cizîrê îtîrafa vê yekê ye. Strana 'Ez dimirim Tirkiyem' mukurhatina şerakirina bajarên kurdan e.    BIRYARA GIRTINA BÎLGEN SÛCÊ QANÛNÊ YE    Yildirım, anî ziman ku piştî Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen hat girtin dîsa der barê wî de biryara girtinê dan û wiha got: "Ev biryar sûcê qanûna bingehîn e. Niha em helwesta  Tirkiye ya li hemberî Referandumê dibînin. Em dibînin ku feraset çiye. Erdogan çend meh bere ji bo Serokê Iraqê Haydar Îbadî got 'Ne kiratê min e' Lê dema mijar dibin kurd kesên ne kiratê wan be jî bi wan re hevdîtin dike. Tirkiye 14 salin bi Başurê Kurdistanê re bazirganiyek mezin dike. Gelê Kurdistanê çi difikire. Turkmen, Ereb, Suryanî çi difikrin. Pêşerojek çawa ji xwe re dixwazin. Ew gelê wir eleqeder dike.    WÊ TIRKIYE WINDA BIKE    Yildirim, heri dawî bal kişand ser helwesta Tirkiye ya li dijî Başûrê Kurdistanê u wiha got: "Eger Tirkiye mudaxaleya leşkerî bike dê winda bike. Tirkiye li Sûriye şaşî kir û winda kir. Em naxwazin Tirkiye li Başûr jî winda bike. Ya winda bike mirovên vî welatî ye. "13 meh berê bi biryara MGK'ê biryar da ku di ser Cerablusê re derbasî El Babê bibe. Zedeyî 100 ciwan hatin kuştin. Di encamê de tu tişt bi dest nexist.