Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin 2020-02-02 16:44:50   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku gelê Kurd sedsalek din nikare bê statu bijî û wiha got: "Ger ku hûn li vî welatî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin divê berî her tiştî hûn meseleya Kurdan çareser bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê bi dirûşmeya “Em hevî û wêrekiyê bi rêxistin bikin û faşîzmê hilweşînin" 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Jin bi cilên herêmî û neteweyî tev li kongreyê bûn û govend gerandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, parlamenter û rêveberên HDP'ê jî tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî hat avahiya partiyê, girseyê bi çepik û tilîlîyan Temellî pêşwazî kir. Li salona Kongreyê pankartên “Qeyûm darbe ye", “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî berdewam bikin" û “Me li ber xwe da em li ber xwe didin bi me serbilind bin bin." vekirin. Li salonê diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Piştre ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.    Hevşaredara Cizîrê ku qeyûm tayîni şûna wê hatiye kirin Berivan Kutlu ewil axivî û wiha got: “Em dê bi Cizîr û Botanê bi ser bikevin. Heta dilopa xwîna me ya dawî em dê layiqî gelê xwe bin. Em benja gelê Cizîrê li ber tu kesî natewînin. Em dê bi berxwedana Cizîr û Botanê AKP'ê têk bibin."    ‘KURD DÊ BÊ STATU NEBÎNIN'   Parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Gelê Kurd êdî nikarin sedsalek din bê statu bijîn. Dê sedsalek din bê statu nejîn. Gelê Cizîrê bedelên giran da. Ev bedel dê vala neçin. Gel dê li vî bedelî xwedî derkevin. Yên Kurdan tune dihesibînin yek bi yek tune dibin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli jî gelê Cizîrê silav kir û wiha got: "Em tu carî li dijî hişmeniya faşîst teslîm nebûn. Yên dest ji doza xwe bernedan û teslîm nebûn hezar silav ji wan re. Kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane ez bi hurmetî bejna xwe ditewînim. Ez li pêş Mehmet Tunç, Cemile, Dayika Taybet û hevalên wan bi hurmetî bejna xwe ditewînim. Deynê me ye ku em aştî, edalet û aramiyê bînin vî welatî."    ‘GER KU TECRÎD HEBE DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'   Temellî, bal kişand ser salên 2013-2015'an û wiha lê zêde kir: “Di Newroza 2013'an de nameya Ocalan hat xwendin. Bangek gelek muhîn bû. Ew name navnîşana çareseriyê bû. Tecrîda li ser Ocalan dîwarê li pêş pêşketina Tirkiyeyê hatiye lêkirin e. Dîwarê esasî li pêş çareseriyê hatiye avakirin. Ev dîwarê tecrîdê ye. Ji bo em welatiyên vî welatî wek hev bijîn bi tevrîdê çareseriyê asteng dikin. Ji ber vê yekê em hiqûqa tecrîdê qebûl nakin. Di sala 2013-2015'an de hemû alemê dît. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û dîsa pêvajoya çareseriyê dest pê bike divê her kes têbikoşe û li ber xwe bide. Ger ku li welateki tecrîda mutlaq hebe, li wî welatî edalet û aştî pêş nakeve. Dê şer kûr bibe. Bi tecrîdê dijminantiyê li ser gelê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ferz dikin. Ger ku tecrîd hebe, divê em li dijî tecrîdê têkoşînê jî xurt bikin. Ne tenê li Cizîr û Botanê, ger ku li Enqere û Stenbolê jî neheqiyek hebe divê em li dijî neheqiypê derkevin."Divê em ji vê bê edaletiyê û vê darazê re bêjin bes e."    Piştî axaftina Temellî, raporên malî û xebatê hatin xwendin. Piştre hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokên HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç Yelbasan û Uzeyir Kilinç hatin hilbijartinê.