Olûç: AKP bi vê pêşnûmayê dixwaze qeyûm tayînî rojavayê welat jî bike 2020-02-06 10:42:20 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku armanca pêşnûmaya AKP'ê, qeyûm tayînî rojavayê welat bike û got: "Di serî de Stenbol û bi giştî gelek şaredarî di hedefê de ne."     AKP, demeke li ser "pêşnûmaya rêveberiyên herêmî" hûr bûbû. Çend roj berê ev pêşnûmaya navbirî bi rêya çapemeniyê belav bû. Li gorî hin xalên vê pêşnûmayê, karbidestiya şaredariyan dikeve destê Wezareta Haiwrdor û bajarsaziyê, Serokomar û waliyan û di warê darayî, îdarî û bazirganî de jî karbidestiya şaredariyan tê sînordarkirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, pêşnûmaya navbirî û hin xalên wê yên li nav raya giştî belav bûne nirxandin.    ‘DIXWAZIN ERK Û KARBIDESTIYÊN ŞAREDARIYÊ BI NAVENDÊ VE GIRÊ BIDIN'    Olûç, diyar kir ku hê ev pêşnûma berpêşî partiyên siyasî û meclîsê nehatiye kirin û got: "AKP'ê dixwaze bi vê pêşnûmayê erk û karbidestiya rêveberiyên herêmî têxe destê walîtiyan, wezaret û 'qesrê' û bi vî awayî bi navendê ve girê bide. Di hilbijartina herêmî de gelek dever ji dest îqtîdarê çûne. Bi taybetî jî bajarn mezin û navçeyên navnedê yên van bajaran ji dest wê derketin. Ji bo zirara vê windahiyê ji holê rabikin û dîsa qadên rantê bi dest bixin, ji bo erka û karbidestiya şaredariyan bi navendê ve bê girêdan hin amadekariyan dikin. Bi vê dixwazin navendê xurt bikin. Ji dêvla xurtkirina demokrasiya xwecihî û demokrasiya herêmî, dixwazin tişta heyî jî tune bikin."    AMADEKARIYÊN TAYINKIRINA QEYÛMAN    Olûç, destnîşan kir ku di dema tayinkirina qeyûman de wan hem muxalefeta civakiyî hem jî muxalefeta siyasî hişyar kiriye û got, vê pêşnûaya derketiye holê hewl dide ji bo tayinkirina qeyûman a ji bo şaredariyên rojavayê welat rê vebike û wiha axivî: "Em tim dibêjin; bi tayînkirina qeyûman vîna gelê kurd tê xespkirin. Hiqûq û edaleta sindoqê ji holê radikin. Îro tayînî şaredariyên HDP'ê kirin, wê gav bi gav raseletî şaredariyên rojavayê welat jî bibin. Li rojavayê welat bi tayinkirina qeyûman vê yeê nakin, ji dêvla wê qanûnan diguherînin û karbidestiyên şaredariyan bi navendê ve girê didin. A rast tişta dixwazin pêk bînin, rejîmeke tayinkirî ye. Mufetîşên çûn Şaredarya Bajarê Mezin a Mêrdînê, gotibû 'bira gel meclîsa şaredariyê hilbijêre û bila navend şaredaran tayin bike'. Yanî dibêje bira qesr şaredaran tayin bike. Ev pêşnûma pêşnûmayeke wehîm e. Divê demokrasiya xwecihî bê xurtkirin. Niha ji bo faşîzm tam rûnê tev digerin. A rast careke din derket holê ku bê feraseta me ya ji bo xurtkirina dmeokrasiya xwecihî, rêveberiya herêmî û demokrasiya parlementerî çi qas girîng e."     STENBOLÊ JÎ DI HEDEFÊ DE YE    Olûç, destnîşan kir ku bi vê pêşnûmayê re jî kifş dibe ku îqtîdar dixwaze careke din qadên rantê bi dest bixe û got, windahiya mezin a îqtîdarê Stenbolê bû û got, lê belê bi vê pêşnûmayê re di serî de Stenbolê û bi giştî gelek şaredariyên bajarên mezin di hedefê de ne.    MA / Dîren Yurtsever