HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray 2020-02-06 13:07:29   ENQERE – HDP bi boneya 39 kesên di felaketa aşûtê ya li Miksê de jiyana xwe ji dest dan dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe.    Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Fatma Kurtulan daxuyand ku ew ê ji ber felaketa aşûta li navçeya Miksê ya Wanê ku 39 kesan jiyana xwe ji dest da beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebin.    Kurtulan têkildarî mijarê di hesabê xwe yê Twîtterê de bi hastagiya “#SarayDeğilBahçesaray (#NeSarayBahçeseray)” wiha got: “Em ê wek Koma HDP’ê îro beşdarî xebatên Desteya Giştî ya Meclîsê nebin. 39 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Însan hêj di bin aşûtê de ne. Em ê li Meclîsê têkilarî çêkirina qesra li XelatÂe neaxivin. Divê partiyên din jî guh bidin vê bangê.”