Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve 2020-02-07 12:54:40 ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay polîtîkaya îqtîdarê ya Idlibê rexne kir û got: “Bêşert û merc divê Tirkiyê ji axa Sûriyê derkeve. Divê pêşiya pêvajoyek siyasî veke û ji mafê diyarkirina mafê xwe ya gelên Sûriyê re hurmet nîşan bide.”  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda giştÂi ya partiya xwe derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.    ‘WÊ QÛRBANIYÊN CIZÎRÊ NEYÊN JIBÎRKIRIN’    Kubîlay bi bîranîna kesên di jêrzemînên qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîra Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û got: “Çar sal berê rojek wek îro li jêrzemînên Cizîrê 189 însan hatin şewitandin û qetilkirin. Helbet gelek gotinên ji bo wê hovîtiya li Cizîrê hat kirin hene. Bawer bikin wê dîrok tiştên li Cizîrê qewimin binivisîne. Wê zarok û neviyên me navên Mehmet Tunç, Dayika Taybet û gelekên din li xwe bikin û nedin jibîrkirin. Hesab pirsîna van komkujiyan deynê stûyê me ye. Bila gumana tu kesî tune be. Em ê cangoriyên li Cizîrê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”   FELAKETÊN XWEZAYÎ   Kubîlay bal kişand ser bobelatên xwezayî yên di van rojên dawî de rû didin û wiha got: “Piştî erdheja li Xarpêt û Meletiyê, du roj berê li navçeya Miksê ya Wanê heta niha 41 însanan ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de bûyerek xemgîn a qezaya balafirê jî li Stenbolê rû da. Em ji malbatên van kesên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.”    ‘WEZÎR SOYLÛ BI QAMÇIYAN LI XELKÊ DIDE’    Kubîlay da zanîn ku Tirkiye ji bûyerên wek bobelatên xwezayî erdhej, aşût û qezayan de bêtedbîr û bêamadehî ye û got: “Wezîrek Karê Hundir heye. Di destê wî de qamçî heye û digere. Erdhej pêk hatiye û însan mirin e. Însan li bacên ji bo erdhejê tên dayîn dipirse. Wezîr jî ji van însanan re qamçiyê xwe nîşan dide. Çimkî dixwaze civakê bêdeng bike û naxwazin kes kêmasiyên wan rexne bike. Li welatên biyan erdhejên mezintir diqewimin, pozê kesekî/ê xwîn nabe. Lê li Tirkiyê erdheja bi pileya 6.8 pêk tê 41 însan jiyana xwe ji dest didin. Dema bersivên qanihkirinê tune bin, di dawiyê de însanan bi darê zorê bêdeng dikin. Însan, partî, sendîka, komele diçin hewarê û alîkariyê dibin, lê Wezîr asteng û qedexe dike. Nahêlin ku alîkarî bigihîje mexdûran.    Tê angaştkirin ku aşûta duyem ji ber qerebalixiya parlamentera AKP’ê ya berê û Şêwirmenda Serokkomar Gulşen Orhan pêk hatiye. Divê ev angaşt werin zelalkirin.    XELK DIMIRE EW KETINE DERDÊ KÊFA XWE    Li ber çavê îqtîdarê û civakê însan bi komî jiyana xwe ji dest didin, lê Serokkomar Erdogan û îqtîdara wan ketiye derdê berjwendî û kêfa xwe. Li aliyekî li Miksê (Bahçsarayê) însan bi komî jiyan xwe ji dest didi, lê Erdogan ketiye ketiye derdê qesra li Xelatê çê bike. Gotinên wan û berjwendiyên wan şerma mirovahiyê ye. Em wek Koma HDP’ê ya li Meclîsê dibêjin; li şûna hûn qesrê li Xelatê çê bikin, li cihên wek Miksê tedbîran bigirin û ji bo xelkê xizmetê bikin.”    ‘ÇI KARÊ TIRKIYÊ LI IDLIBÊ HEYE?’    Kubîlay destnîşan kir ku her roja ku diçe li Idlibê şer kûr dibe û wiha got: “Her roj şerê li wir rîska mezin dike. Rewşek xetere li wir heye. Ji bilî yên li wir, çi karê Tirkiyê li wir heye? Çi karê eskerên Tirkiyê li Idlibê heye? Hêj beriya çend rojan 8 eskeran jiyana xwe ji dest da. Divê Erdogan aşkere bike ku ev esker di oxira çi de jiyana xwe ji dest dane û armanca Tirkiyê li wir çi dikin. Yên derbarê çimabûnê de pirsan ji Erdogan dike, ew jî xwe hêrs dike û nerazîbûn nîşan dide. Em wek partiya sêyem a Meclîsê ku derbarê hebûna Tirkiyê ya li Idlibê ji Erdogan û AKP’ê nepirsin lê em ê ji kî bipirsin. Em dibêjin; divê bêşert û merc Tirkiyê ji axa Sûriyê derkeve. Divê pêşiya pêvajoyek siyasî veke û ji mafê diyarkirina mafê xwe ya gelên Sûriyê re hurmet nîşan bide.”    Kubîlay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser mijarên wek krîza aborî ya li Tirkiyê, xebitandina bi bihayên erzan a penaberên Sûriyê, rojiya mirinê ya endamên Grûp Yorûm, bûyerên windakirina welatiyên li Tirkiyê tên windakirin, binpêkirina mafan ên li girtîgehan, cudakariya li dijî Cîzresporê, Amedsporê, nebaredana hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û doza Parka Geziyê.