Baydemîr: Li Deriyê Çiyê sêdar jî daynin Kurdistan di dilê 40 milyonî de ye 2017-12-15 10:08:47 ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ji ber ku li Meclisê peyva "Kurdistan" anî ziman, "demborî" ji meclisê hat avêtin. Baydemîr diyar kir ku heke li Deriyê Çiyê sêdarê jî daynin, tişta anîn serê Şêx Seîd û hevrêyên wî bînin serê wî jî Kurdistan Kurdistan e, Kurdistan aha vêderê ye. Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr, di Lijneya Giştî de peyva "Kurdistan" anî ziman û bi "demborî" cara ewil wekîlek ji Meclisê hat avêtin. Piştî ev mijar di rojevê de cih girt, Baydemîr cara ewil ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Baydemîr diyar kir ku cezayê "demborî" ji Meclisê avîtin ji bo wî rûmet e û ev tişt got: "Ev tişta herî bi qîmet e em ji zarokên Kurditanê re bihêlin."   'MIN HEQÎQET ANÎ ZIMAN'   Baydemîr aşkera kir ku gotina "Kurdistan" a li ser wî kursiyî, anîna ziman a heqîqetê ye û wiha pê de çû: "Ji Kurdistanê re gotin Kurdistan karekî mezin nîne. Tenê tu rastiyekê tînî ziman. Divê mirov li ser hişmendiya nijadperest a li dijî Kurdistanê ket êrîşê raweste. Ya balkêş ev e. Divê li ser vê yekê rawestandin pêk bê. Tişta ku min li Meclisê anî ziman, ez dixwazim li vir jî bînim ziman. Divê bi samîmî nêzê hedîseyê bibin. Di tevahiya jiyana min a siyasî de navê Kurdistanê Kurdistan bû. Ez ji Kurdistanê me û zarokekî kurdan im."   Baydemîr destnîşan kir ku armanca hatina wî ya TBMM'ê ew e di meseleya kurd de di warê aştî û wekheviyê de siyasetê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ev meclis Kurdistanê jî bigire nava xwe. Heke polîtîkaya redkirin û înkarê bi pêş bikeve, parlamento neguhere, dê hevpariya kurd, Kurdistan, Trakya, Ege û Deryaya Reş dernekeve pêş. Ez li ser şexsê xwe dibêjim, wê demê çi karê min li wir heye. Heke ev parlamento nasnameya min a kurdî înkar bike, wê demê çi karê min bi vê hişmendiyê re heye."   DI 4 SALAN DE 4 HEZAR NAVÊ KURDISTANÊ KET GIRTEKAN   Baydemîr ji dîrokê jî mînak da û aşkera kir ku di sala de, 4 hezar caran navê "Kurdistan" di girtekan de derbas bûye û der barê bertekên li dijî wî pêş ketin de ev tişt got: "Qet tune be Ataturk 19 caran peyva Kurdistanê aniye ziman. Herî dawî di sala 1936'an de Ataturk peyva Kurdistanê aniye ziman. Lê piştî sala 1924'an, peyva Kurdistan wekî tabû dîtin. Qedexe kirin û komkujî pêk hatin. Ji wê salê heta niha çi guherî? Pirsgirêka kurd û Kurdistanê çareser bû? Gelê kurd dest ji doza xwe berda. Heqîqet ji holê hat rakirin? Na, çareser nebû."   'EW SÊPIYÊ JÎ DAYNIN...'   Baydemîr anî ziman ku cezayê "demborî" dane wî û dê ev heqîqetê neguherîne û di vê der barê de jî ev tişt got: "Ne tenê ew min 2 rojan an jî bi giştî ji Meclisê bavêjin, ew li Qada Deriyê Çiyê sêpiyê jî daynin û tişta anîn serê Şêx Seyîd û hevrêyên wî, bînin serê min jî dîsa Kurdistan Kurdistan e." Baydemîr di bersiva li Meclisê dabû Serokwekekîla Meclisê Ayşenur Bahçekapili, bi heman şeklî dîsa bir ser dilê xwe û got ku "Aha Kurdistan vêderê ye."   Baydemîr diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, sînorên Kurdistanê diyar kiriye û wiha dirêjî d axaftina xwe: "Erdogan bi xwe jî peyva Kurdistanê anî ziman. Ev di koma partiya xwe de bi lêv kir. Min çawa anî ziman wî jî wisa anî ziman. Heta sînorê wê jî diyar dike. Wê rojê rastî anî ziman. Wê demê çima îro berovajiyê wê dibêje?"   BANG LI KURDÊN DI NAVA AKP'Ê DE KIR   Li ser nîqaşên ku bi pêş ketin, Baydemîr bang li kurdên di nava AKP'ê de cih digirin jî kir û axaftina xwe wiha domand: "Heke qasî piçekî jî nirxên we mabin, hûnê bibînin ku di nava wê tevgera siyasî cihê we nema ye. Erdogan çi dibêje; 'Ez nijadperestiyê di binê piyê xwe de dipelçiqînim.' Niha lê mêze kin nijadperestiyê AKP û Erdogan xistiye devê xwe û heta êvarê wan diçû. Nêzikatiya AKP'ê ya li Meclisê dide nîşan ku ew bûne pêlîstoka nijadperestiyê. Wan li ser tiliya xwe dizivirîne."   'REJÎMEKE TOLÎTER AVA DIKIN'   Baydemîr aşkera kir ku ku di dema nîqaşên guhertina Tuzuka Navweyî de jî ruxmê ceza bidin wî jî dê dîsa peyva "Kurdistanê" bîne ziman.   Baydemîr rexneyên xwe yên di vê der barê de jî wiha anî ziman: "Dewlet her ku diçe dibe dewleta partiyekî. Artêş, polîs û edliye di bin serweriya partiyekî de ye. Walî, qaymeqaym, şaredar û her tişt di bin serweriya partiyekî de ye. Her gişt di nava du lêvê serokê vê partiyê de ye. Navê vê nabe dewleta demokratîk. Navê vê, dewleta partiyê ye."   Baydemîr herî dawî derbirî ku kes ne li pey egîdiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em tenê dixwazin ji bo gel bibin bêhnek. Ez neferekî gelê xwe me, daxwaza min a azadiyê heye. Ev daxwaza gelê me ye. Daxwazeke wan a aştiyek bi rûmet heye, ev daxwaza min e. Ev ne tenê daxwaza gelê Bakurê Kurdistanê nîne, daxwaza gelên Rojava, Başûr û Rojhilat e jî."   MA / Hayrî Demîr