Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin 2017-12-15 14:34:42 ENQERE - Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar ji bo peyva Kurdistan ku Osman Baydemir anî ziman û hat cezakirin meclis rexne kir û got: "Hûn dikarin Kurdistanê ji Erdogan bipirsin."  Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir di 13'ê Kanûnê de ji bo peyva Kurdistanê anî ziman rastî cezayê 2 hefte dûrxistina meclîsê hat. Mithat Sancar ji bo ku Osman Baydemir peyva Kurdistan anî ziman û hat cezakirin meclis rexne kir. Sancar bertekên xwe wiha anî ziman: "Hûn dikarin Kurdistanê ji Erdogan bipirsin. Wekîla Meclisê dipirse ma Kurdistan kudere? Vê ji me nepirsin. Temam hûn dikarin bipirsin. Em ê bi belgeyên dîrokî, coxrafî û siyasî bersiv bidin. Lê hûn bi ya min bikin pêşî Kurdistanê ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan bipirsin. Raporta Kurd a 1991ê bibîr bînin û ji Erdogan bipirsin, gelo xwestiye çi bêje?"    Sancar herî dawî destnîşan kir ku ger ev ne bes be dikarin mînakeke din bidin û wiha bi dawî kir: "Hûn dikarin li axaftina Erdogan a koma parlamentoyê ku di dema serokwezîrtiya xwe de kir dîsa temaşe bikin. Em pir zêde dûr naçin, vayê rêvebirên CHP û MHPê jî li vir in û bila herin pirtûkxaneya meclisê û li qeydiyên 90-100 berê temaşe bikin û bixwînin. Bê Kurdistan kudere wê derkeve holê."