Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe 2020-03-10 11:58:22 AMED - Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskin Bayindir, diyar kir ku dê îsal Newrozê bi ruhê yekitiya neteweyî piroz bikin. Hevserokan anî ziman ku sebra kurdan nemaye û xwestin tecrîd bi dawî bibe û gotin: "Ocalan ji bo çareseriyê maseya sê pî pêşniyar kir. Careserî vekirina deriyê Îmraliyê ye."  Tecrîdkirina mutlaq a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Bi tecrîdê krîza aborî, şerê li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navin jî giran dibe. Kurd di vê pêvajoya ku amadekariya Newrozê dikin de tecrîdkirina Ocalan berdewam dike. Ocalan di 2'ê Adarê de bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir.    Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û amadekariya Newroza 2020'an Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nirxandin kirin.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di sedsala 21'an de tecrîd didome û wiha got: "Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di sala 2014'an de li dijî gelê Kurd "Plana hilweşinê" xistin meriyetê. Piştî vê yekê di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîda giran dest pê kir. Birêz Ocalan berê jî gotibû 'Hûn demokratîk nebin û xwe zelal nekin, dê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Dê mekanîka darbeyê têkeve meriyetê. Ji xwe piştî gavên demokratîk nehatin avêtin di sala 2016'an de hewldana darbeyê peş ket. Li dijî îqtîdarê darbe pêk hat. Ev tecrîd encama pêkanînên dijdemokratîk ên hikûmetê ye. Rê li pêş şer vekir. Israra di tecrîdê de bi xwe re xerakirin, talankirin û wêrankirinê tîne.  Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike têdikoşe. Fikra Ocalan ji bo civakê û pêşerojê çareseriya demoratîk a alternatîf e. Îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê belav bûye. Polîtîka, di israra şer û tecrîdê de xerakirin û hilweşînê pêk tîne."   Aydenîz, destnişan kir ku israra di şer de dijminantiya Kurdan nîşan dide û Kurdan tune dihesibîne. Israra di şer de nîşan dide ku îqtîdar têk çûye. Tam di vê pêvajoyê de divê ji bo yekîtiya neteweya demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk, çareseriya demokratîk a Kurd divê em bibin yek. Divê ji bo çareseriyê li hev kom bibin. Divê deriyê Îmraliyê vebe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Krîza heyî girêdayî tecrîdê ye. Birêz Ocalan di hevditina dawî ya bi Mehmet Ocalan de ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir. Reya jiyana hevpar rakirina tecrîdê ye."    Aydenîz, polîtîkaya li ser penaberan jî rexne kir û wiha got: "Komara Tirkiyeye li ser kodên nijadperestî, yekperestî hatiye avakirin. Di hiqûqa navneteweyî de mafê penaberan heye. Lê li Tirkiyeyê ev maf nayê parastin. Divê Tirkiye mafê penaberan ê stariyê qebûl bike. Lê Tirkiye mafê wan nas nake. Wan wekî keda erzan digire digire dest. Tirkiye ji ber pirsgirêka Kurd di şerê li Idlibê de israr dike. Li Idlibê bi komên çete re kar dike. Wan kom dike û dişîne ser destkeftiyên kurdan.    PARADÎGMAYA OCALAN RUH DA JIYANÊ   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku di pêşengiya Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelan xeta 3’emîn pêş xist û wiha got: "Di pêşengiya Kurdan de têkoşîna bi destan pêş ket. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser awa Sûriyeyê Paradigmaya Birêz Ocalan modela alternatif a jiyanê pêş xist. Di pêşengiya kurdan de yekîtiya gelên ereb, suryan, ermen û gelên din pêş ket. Li aliyê din Tirkiye bi taybetî li Sûriyeyê hêza dagirker e. Dixwaze polîtîkayên Neo-Osmanî têxe meriyetê û axa ku di salên 1900’an de winda kiriye dîsa paşve bistîne. "    Bayindir, anî ziman ku piştî Tirkiye xwe ji Idlîbê vekişîne dê Birayên Misilman (Îhvanvanî) bi dawî bibe û û got: "Dewleta Tirk li Idlibê tu encam bi dest nexist. Ger ku bi temamî ji axa Sûriye vekişe dê Birayên Misliman bi dawî bibin. Divê rêxistinên civakî yên demokratîk bertekên xwe zêde bikin. Divê muxalifa demokratîk xurt bikin. Di vê pêvajoyê de bêtir berpirsiyarî dikeve ser milê HDP’ê. Ger ku îqtîdara AKP-MHP'ê xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûryeyê vekişine dê aştiyê pêş bikeve. Disa CHP li Rojhilata Navîn politîkayên bê bingeh pêş dixe."     'EM Ê NEWROZÊ BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÎROZ BIKIN'   Bayindır, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û Newrozê jî û wiha got: "Êm ê îsal Newrozê bi ruhê yekîtiya neteweyî pîroz bikin. Em ê îsal  li her bajarî Newrozê bi ruhê Yekîtiya Neteweyî pîroz bikin. Di vê pêvajoyê de dê nirxên dîrokî û çandî derkevin holê. Divê Ocalan bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin.  Ger ku deriyê Îmraliyê vebe dê çareserî pêş bikeve. Êdî sebra gelê Kurd nemaye. Divê tevrîd bi dawî bibe."    MA / Mehmet Şah Oruç