HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir 2017-12-17 12:20:53 ENQERE - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara "Bi meclisan ber bi demokrasiyê û bi Komara Demokratîk ber bi azadiyê" 8'emîn Lijneya Giştî pêk anî. Civîn bi Tevlêbûna sedan delegeyên ji herêmên Tirkiye hatin dest pê kir.    8'emîn Lijneya Giştî ya Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi tevlêbûna sedan delegeyên ji gelek herêmên cuda hatin dest pê kir.  Civîna Lijneyê li Odetela Plaza ya Enqereyê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Hevserokên KESK'ê Aysun Gezici, Nûnerên EMEP, SYKP, 78, TTB, ÎHD, Kongreya Îslama Demokratîk Komeleya Elewiyên Demokratik û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî amade bûn. Li salona kongreyê bi kurdî, tirkî, eremî  pankartên "Bi meclisan ber bi demokrasiyê û bi Komara Demokratîk ber bi azadiyê", "Li dijî Faşizmê yekîtiya komara demokratîk û azadî", "Jiyan ji sermayê bi hêztir e, xerakirina ekolojik polîtîk e, ji bo xwezayê azadî", "Em li dijî Faşizmê serî hildidin" û "Ji Faşizmê re înat bijî jin û jiyan" vekirin. Civînê bi sînevîzyona li ser armanca avakirina HDK'ê dest pêkir. Piştre nûnerên saziyan dê axaftinan bikin.    PEYAM DÊ BÊN XWENDIN    Di kongreyê de dê peyamên siyasetmedarên girtî Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel u rêxistinên Partiyên sisayi yên Rojava û TEV-DEM'ê bên xwendin.