'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne' 2017-12-17 13:56:19 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Civata Giştî ya HDK'ê re peyam şand, diyar kir ku di serî de di Şoreşa Fransayê û Şoreşa Cotmehê de, gelên bindest careke din derketine ser dika dîrokê û got: "Em ê faşîzmê birûxînin û xeta azadiyê ava bikin." Fîgen Yuksekdag jî peyam şand diyar kir ku dê têkoşîna wekhev ji HDK'ê derkeve.   8'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Otela Plaza ya Enqereyê dewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Gişî ya berê ya HDP'e Fîgen Yuksekdag li girtîgehê peyam şandin. Peyamên Demîrtaş û Yuksekdag hatin xwendin û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.   Yuksekdag di peyama xwe de aşkera kir ku rêwîtiya hêzên azadî, demokrasî, ked û siyasetê hêz û moralê dide wê û ev tişt got: "Faşîzim ji ho hemû rehên jiyanê di civakê de hişk bike, êrîş dike. Dixwaze bi dîlgirtinê her kesî ji rêya wan vegerîne. Lê beyî ku kes ji rêya xwe vegere, dê bi hemû hêz û baweriya xwe bimeşe û ruhê şoreşê bigihêne nivşên nû."   'HDK ALTERNATÎFÊ SEREKE YE'   Peyama Yuksekdag, wiha ye: “Roja ku HDK hat avakirin heta niha, di pêvajoya têkoşîna siyasî de bû dînamoya ku têkoşînê digihîne pêjerojê. Lê tişta herî girîng di vê serdema ku ew qas faşîzim bi pêş ketiye, ji daxwazên gel û ji ruhê şoreşê re bûyîna bersivê, hêj bi bi nirx tir e. Li dijî pergaleke mirîn, bi ruhê jin, ked, xweza û hemû cudahiyên gelan derketina holê xwedî wateyek girîng e û HDK alternatîfa vê jiyana nû ye." Yuksekdag aşkera kir ku têkoşîna hev par ji nava HDK'ê derketiye û wiha pê de çû: "Berî 6 salan dema HDK hat avakirin, kesên digotin ev dem ne dema wê ye, hejmara wan kêm nebûn. Lê bû tevgereke ku hemû cudahiyan di bin sîwana xwe de dihewîne. Ev sîwan bû sîwana bi hev re bigihêjin serkeftinê û rola vê dibistanê digire."   DEMÎRTAŞ: DERFETÊN ÇARESERIYÊ HENE   Demîrtaş jî di peyama xwe de aşkera kir ku ne tenê li Tirkiyeyê, di serî de li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê faşîzim li pêş e û wiha axivî: "Li dijî vê faşîzmê gelên bindest rola xwe ya dîrokî dileyzin. Hemû beşên civakê, xweza û her tişt di bin êrîşan de ye. Kapîtalîzim bi krîzên heyî dixwaze şerên nû bi pêş bixe û li ser vê komujiyên xwe berdewam bike. Di sedsalên derbasbûyî de, di serî de Şoreşa Fransa û Şoreşa Cotmehê, gelên bindest careke din derketin ser dika dîrokê. Îro jî serdemeke kaosê heye. Her çendî berdêla vê kaosê giran be jî dê bi xwe re gelek şoreşên bi nirx derxe holê û derfetên çareseriyê bîne."   Demîrtaş destnîşan kir ku divê KCD û HDK bibin hêza demokrasiyê û hemû destkeftiyên gelên Tirkiye û Kurdistanê biparêzin. Demrtaş got ku dê têkoşîna gelan faşîzmê birûxîne û ev tişt anî ziman: "Em wekî HDP di nava Kongreya Demokratîk a Gelan de derketin. Em wekî bingeha KCD û HDK'ê girîngiyê didin rêxistinkirina herêmî û li ser vî esasî tê dikoşin. Ji bo hemû beşên civakê bi hev ve bên girêdan û bi rêya meclisan di nava hevkariyê de bin, divê xebateke koordîneyî bê meşandin. Ev nebe tu tişt nabe. Meclisên gel tenê bi vê nabe, rola wan çî ye, li herêmê divê çi bê kirin, divê bibin xwedî hêza çalakî û biryarê."   Lijneya Giştî, bi axaftinên mêvanan berdewam dike.