Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide 2017-12-18 09:40:17 STENBOL - Wezîrê Karê Derve ê destpêkê yê AKP’ê yê berê Yaşar Yakiş, diyar kir ku ligel ku Tirkiye li cihê xwe yê bi ewle bi PKK’ê têkoşiya her roj agahiyên cenazeyan tên, dê li ciheke wekî Efrînê ku xwezaya wê nas nake, di mala kê de kê heye nizane, dê çawan karibe şer bike, ger şer bike jî dê zirarek mezin bibîne.  Di sala 2002’an de gava AKP bû desthilatdar bi polîtîkayên “Bi cîranan sifir pirsgirêk” ket rê. Lê li şûna vê yekê, ji ber polîtîkayên xwe yên şaş ên di hûndir û derve de, “Sifir cîran” cih girt. Polîtîkayên ku di zemînên baş de nehatin birêve birin, bi cîranên Tirkiyeyê hatin û çûyînan dide jiyîn. Wezîrê destpêkê yê Karê Derve yê berê yê AKP’ê Yaşar Yakiş, polîtîkayên Tirkiyeyê yên Sûriyeyê nirxand û wiha axivî: “Ji bo hûn bi cîranan re sifir pirsgirêk bijîn, divê cîranên we jî van polîtîkayên pirsgirêkên sifir qebûl bikin û divê derdor jî ji vê re amade be. Li niha ne tu û ne jî ê din heye.”   Yakiş, diyar kir ku Tirkiye şaş nêzî bûyerên di herêma xwe de dibe û wiha got: “Ji ber vê yekê polîtîkayên “Sifir pirsgirêk” ket vê rewşê. Teşhîsên şaş bi xwe re encamên şaş jî tîne. Berî her tiştî polîtîkayên li Sûriyeyê ji bo hilweşandin rejîma Beşar Esad bûn. Bi dengek bilind ev anîn ziman. Hilweşandina Esad bi mehan bi hefteyan nabe. Ev ji devê erkdarê herî mezin derket û niha derket holê ku ev şaş bû.”     YAKIŞ: TÊGÎHANA TIRKIYE BERPIRSÊ MIRINANE HEYE   Yakiş, da zanîn ku ji bo hilweşîn an ne hilweşîna rejîmeke welatên cîran, alîkarî dayîn dê encamên şaş bixwe re bine û wiha bilêv kir: “Gava tiştek wiha dibe, dema derdor sakîn dibe, gelên herêmê yên êş dikişînin, ji mirina xizmên xwe Tirkiyeyê berpirsiyar dibîn in. Tirkiye rêgeha çekên ji walatên din derbasî Sûriyeyê bibin e. Her çeka ku derbasî axa Sûriyeyê dibe, yan ji bo ji wî alî, yan jî ji bo ji vî alî kes bimire tên şandin. Ji ber vê yekê dema em çekan bişînin Sûriyeyê, wê demê ji bo mirov hev bikujin,  em derfetan ava dikin.  Hevkariya Tirkiyeyê di vir  de heye, bêguman heye. Ji ber ku çek bi daxwaza Tirkiyeyê çûn. Ji ber vê yekê divê Tirkiye vê neke.”    ‘DIVÊ RASTIYA KURDAN BÊ NASKIRIN’   Yakiş, destnîşan kir ku Tirkiye, bi rejîma Şamê re li hev kiriye û wiha pê de çû: “Di hevkariya bi rejîma Şamê re heçko pirgirêka kurd wekî sereke tê xuya kirin. Ji ber ku hem Şam û hem jî Enqere naxwazin li herêmê kurd bi hêz bibin. Divê rastiya kurdan êdî bê naskirin.”    ‘OPERASYONA LI DIJÎ EFRÎNÊ DÊ ZIRAR BIDE’   Yakiş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger Tirkiyey di polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê de kurdan nas neke, dê bi ser neke. Tirkiye li ser axa xwe, li Amed, Bedlîs, Çewlîg û Agiriyê di herêmên xwe yên bi ewlekirî de bi PKK’ê re têdikoşe. Lê cardin her roj agahiya cenazeyekê tê. Ger li ser axa di têkoşîna bi PKK’ê re evqas zirarê dibîne, cihekê mîna Efrînê ku dinavê de Ermenî, Suryanî jî hene, araziyê wê nas nake, dê li cihekê di mala kê de kê heye jî nizanibe çawan karibe şer bike. Ger bikeve nava têkoşînek wiha dê zirarek mezin bibe. Ez divê warî de bi fikarim. Divê pirsgirêka Efrînê bi muzakeran bê çareserkirin. Çi dibe bila bibe Tirkiye nikare di Sûriyeyê bimîne.”