Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin 2020-03-21 13:53:05 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî Cejna Newrozê ku ji ber vîrusa koronayê taloq bûbû bi peyameke bi dîme weşandin. Her du hevserokan jî destnîşan kir ku dê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî Cejna Newrozê ku ji ber vîrusa koronayê pîrozbahiyên bi girseyî hatibûn taloqkirin, peyameke bi dîme weşandin. Di dîmenê hat weşandin de her du hevserokan jî destnîşan kir ku dê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin.   Peyama Bûldan bi kuratasî wiha ye:    “Gelê me yê bi rûmet û rihên xweşewîst;  Cejna Newrozê ya we hemûyan ku cejna gelê kurd û gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e ji dil û can pîroz dikim. Newroz di heman demê de zindîbûn, yekitî û piştevaniya civakî ye. Me îsal Newrozê bi girseyî pîroz nekir. Dibe ku vîrusa koronayê me ji qadên Newrozê kiribe lê em hemû qadên jiyanê weke qadên Newrozê dibînin. Ez di baweriyê de me ku em ê bi wesîleya Newrozê vê pêvajoyê herî baş derbas bikin.    NEWROZA 2013’AN DERBASDARIYA XWE DIDOMÎNE   Newroz bi wateya xwe ya dîrokî timik nîşan daye ku di serî gelê kurd û hemû gelên Cîhanê dikarin bi hev re bijîn û ji pirsgirêk, alozî û qeyranên xwe re çarseriyeke hevpar bibînin. Bi taybetî Newroza 2013’an nîşan daye ku vîna çareseriya pirsgirêkên kurdan di aştiya civakî û piştevaniyê de ye. Lê mixabin kesên wê demê xerc kirin îro nabînin ku çiqas pêwîstî bi aştî û piştavaniya civakî heye. Tiştên hatin jiyîn nîşan didin ku vîna careseriyê ya ku di Newroza 2013’an de derket holê îro jî derbasdar e. Di heman demê de li me ferz dike ku em wê demê binirxînin.    EM Ê VAN ROJAN BI HEV RE DERBAS BIKIN   Ez di wê baweriyê de me heke em hinekî din jî yekitî û piştvaniya xwe xurt bikin em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Ji bo vê yekê divê em hestên xwe yên piştavaniyê winda nekin û aştiya civakî pêk bînin. Bi van hestan careke din Cejna Newrozê ya gelê me û gelên Rojhilata Navîn bi dil û can pîroz dikim û daxwaz dikim ku bibe wesîleya aştî û rojên xweş. “ Peyama Sancar bı kurtasî wiha ye:    “Xwişk û birayên min ên xweşewîst; Cejna Newrozê ya bihar, zindîbûn, nûbûn û piştvaniyê pîroz dikim. Bi hezaran salan e Cejna Newrozê di serî de gelê kurd ve ji aliyê gelek gelan ve tê pîrozkirin.  Gelê me yê bi rûmet, ji ber vîrusa koronayê hemû Cîhan di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Em di serî de koordinasyona xwe ya qrîzê û 26 şaredariyên xwe b hemû rêxistinên xwe ji bo bergiriyên vîrusa koronayê dixebitin. Ji ber vê yekê me mitîngên xwe yên Newrozê jî betal kir.    WÊ CÎHANA NÛ PIŞTEVANIYA GELAN AVA BIKE   Newroza 2013’a ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk û bi dawîkirina tundiyê fonksiyoneke dîrokî qezenc kir. Em hê jî bi rihê Newroza 2013’an ji hemû gelan re azadî, aştî û biratiyê dixwazin û di vê mijarê de israr dikin. Wê Cîhana nû piştavaniya gelan ava bike. Werin em li Rojhilata Navîn îsal Newrozê bikin destpêka bilindkirina piştevaniya civakî. Piştevaniya ku em li vir ava bikin bi hemû gelên bindest ên Cîhane re parve bikin. Em weke HDP amade ne ku di vê pêvajoyê berpirsyariya ku bikeve ser milê me pêk bînin. Careke din di serî de gelê kurd em Cejna Newrozê ya 2020’an li hemû gelan pîroz dikin.”