Partiyên Sosyalîst: Qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye 2020-03-25 10:33:36 ENQERE - Partiyên Sosyalîst bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser şaredariyên HDP’ê dan û diyar kirin ku şaredariyên ku divê xizmetê bidin gel wergeriyane qereqolan û qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye.   Partiyen Sosyalîst bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê yên Êlih, navçeyên Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl ên Amedê, navçeya Norşîn a Bedlîsê, bajaroka Halfelî ya Îdirê û bajaroka Ciwanîka ya Sêrtê dan.   EMEP: REJÎMA YEK KESÎ   Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Ked’ê (EMEP) Şukran Dogan, diyar kir ku AKP’ê bi tayînkirina qeyûman vîna gelê kurd tune hesibandiye û wiha got: “Li gel ku rojeve hemû Cîhanê vîrusa koronayê ye, rojeva AKP’ê ne ev e. Li pey firsendê ye. Nayê qebûlkirin ku vîn û tendustiya gel tune be hesibandin. Binçavkirinên ji ber parvekirinên li ser medya civakî nişana rejîma yek kesî ye.”   SYKP: DIXWAZÊN SER QRÎZÊ BIGIRIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Damezrandinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, diyar kir ku tayînkirina qeyûman a di vê pêvajoyê de nişana berdewamkirina polîtîkayên dijminane yên li dijî kurdan e û wiha got: “Ji bo guhertina rojevê qeyûm tayîn kirin. Dixwazin bi vê yekê ser qrîza nebirêvebirina vîrusa koronayê bigirin. Tayînkirina qeyûman bi vîna gel re ji tenduristiya gel re darbe ye.”   PARTIYA ŞOREŞGER: MUDAXALEYA TORA PIŞTEVANIYÊ YE   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Oneren, diyar kir ku Cîhanê şerê vîrusê dide em jî bi desthilateke ku qeyûman tayîn dike re rû bi rû ne û wiha got: “Şaredariyên ku divê xizmetê bidin gel careke din wergeriyan qereqolan. Ev nîşan dide ku ji bo desthilatê vîn û tenduristiya gel ne pir girîng e. Şaredariyan ji bo piştevaniyê tor ava kiribûn. Li dijî torê mudaxale heye. Li şûna ku qeyûman tayînb bikin divê derxistina ji kar rawestînin û destûra bi pere bidin karkeran.”   ESP: POLÎTÎKYEKE TAYBET A ŞER E   Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş jî berteke xwe ya li dijî qeyûman bi van gotinan anî ziman: “Pêkanîneke faşîzan û yekperest e. Tayînkirina qeyûman di heman demê de li dijî gelê kurd û têkoşîna wan a azadiyê polîtîkayek taybet a şer e. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin şaredariyan ji gel qut bikin. Ev jî tunehesibandina tenduristiya gel e. Divê ku hemû hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên AKP’ê û vîrusa koronayê tora piştevaniyê ava bikin.”   MA / Berîvan Altan