Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye 2020-04-02 09:49:45   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re bêçaretiya pergala kapîtalîst derketiye holê û torên piştevaniya gel ên hatin avakirin haveynê jiyana nû ye.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû vîrûsa koronayê ya li tevahiya dinyayê belav bû û bandora wê ya li ser Tirkiyê û her wiha polîtîkayên îktîdarê yên ji bo vê şewbê ji ajansa me re nirxand.    ‘AKP XELKÊ DIŞÎNE MIRINÊ’    Şenoglû da zanîn ku Tirkiye bi qasî welatên din li dijî vê şewba vîrûsa koronayê tevdîran negirtiye û got: “Li welatên din ên dinyayê ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê bi milyar dolar veqetandin. Lê li welatê me AKP bi eşkerekirina pakêtan re xelkê şand mirinê. Di pakêtê wan de tu tiştek nîne. Ji bo karker û kedkaran behsa tiştek nake. Tenê ji bo sermayadarên alîgirên wan e.”    Şenoglû anî ziman ku ji ber îktîdar bi awayek têrkirî pêşî li vê şewbê nagire her ku diçe belav dibe û bilanço giran dibe. Şenoglû da zanîn ku ji ber AKP îqtîdarek keda kedkaran dixwe ye ji kedkaran re butçe venqetandiye û bi daxuyaniyên hikumetê yên balkêş dibe di rojên pêş de tabloyên êşê derkevin pêşberî wan.    ‘BI DUAYÊ DEST PÊ KIR BI ÎBAN’Ê QEDAND’    Şenoglû bal kişand ser “Kampanya Piştevaniya Netewî” ya ji aliye Serokkomar Erdogan ve hat destpêkirin û got: “Ez dixwazim bipirsim ka hûn li dijî şewbê amade bûn? Ka we yê krîzê birêve bibira. We carek din nîşan da ku ji tu tiştekî re ne amade ne. Bi vê kampanyayê jî çav berî 5 qirûşê welatiyan dane. Îqtîdarê li dijî şewbê bi duayê dest pê kir û bi nireya ÎBAN’ê pêvajoyê qedand. Di rewşên wisa de divê dewlet bikeve xizmeta gelê xwe lê mixabin li welatê me ev rewş cuda ye û divê welatî alîkariya dewletê bikin. Baweriya kesî bi pakêt û piştevaniya wan nayê. Êdî xelk ji AKP’ê bawer nake û hemû rûyê wê rast te naskirin.”    ‘ÎQTÎDAR PÊVAJOYÊ ZELAL BIRÊVE NABE’    Şengolû da zanîn ku îqtîdar di pêvajoy li dijî şewbê de zelal tevnagere û divê hemû rêxistinên tenduristiyê yên wek Odeya Bijîşkan û Sendîkaya SES’ê jî di nav pêvajoyê de cih bigirin. Şenoglû got bi zanebûn van rêxistinan li derveyî pêvajoyê tên hiştin û da ku gelek tiştan veşartî birêve bibin. Şengolû da zanîn ku îqtîdara ku xebatkarên tenduristiyê daxilî pêvajoyê nekiriye jî bi awayek eşkere wan bê tevdîr jî li holê hiştiye û xebatkarên tenduristiyê di bin rîskek mezin de ne. Şenoglû destnîşan kir ku li şûna pereyê dewletê ji bo kelûpelên tenduristiyê, xizmeta civakê û li dijî vê şewbê were bikaranîn lê di dewsa vê de pere hemû ji bo şer û îhaleyên rantxwir tê veqitandin.    ‘QEYÛM DIJMINANTIYE’    Şenoglû bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê jî û got: “Cihê tayînkirina van qeyûman di ehlaq û wîjdan de nîne. Tayînkirina van qeyûman hişê dewletê yê dijminatiya li hember gelê kurd baş xuya kir û delîliya vê yekê ye. Niyeta wan ji bo kurdan xerabî ye.”    ‘DEMILDEST GIRTIYAN BERDIN’    Şengolû bal kişand ser yasaya înfazê ya pakêta darazê û got: “Pakêta hatiye amadekirin tam jî zîhniyeta AKP’ê ya nijadperest derdixe holê. Vê nêzîkatiya îqtîdarê nayê qebûlkirin. Bêyî ku tu windahî çê bibin divê demildest hemû girtîgeh werin valakirin.”    DÊ BIBE HAVEYNÊ JIYANEK NÛ    Şenoglû diyar kir ku bi vê şewbê re pergala kapîtalîst ji bilî hilweşîneriyê tu vebijêrkek pêşkêş nekiriye û got: “Ev jî bêçaretî û bê çareseriya pergala kapîtalîst e. Pergala bêçare derket holê. Vê bêçaretiya pergalê bi awayek cidî tên darizandin. Li dijî vê pergala kapîtalîst torên piştevaniya gel ên di nava civakê de hatin avakirin, dê ji bo siberojê bibe haveynê jiyanek nû. Wê van torên rêxistinkirinê wê siberoja mirovahiyê teşe bikin.”    MA / Nacî Kaya