HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin 2020-04-08 11:36:12     ENQERE - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa corona de herî zêde karkerên înşatê û karkerên tekstilê di bin rîskê de dijîn û xwest ji bo karkeran bi lez tedbîr bêne girtin.    Berpirsiyara Komîsyona Kedê û Cîgira Hevserokên Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose, têkildarî zor û zahmetiyên karkerên înşaetê û tekstîlê yên di vê pêvajoya vîrûsa corona (Covid-19) de daxuyanî da çapemeniyê. Kose, di daxuyaniya nivîskî de anî ziman ku di vê pêvajoyê de herî zêde karkerên înşaet û tekstîlê di bin rîskê de de û xwest ji bo karkeran tedbîr bêne girtin.    Kose, bang li rayedaran kir û xwest tedbîrên jêr bêne girtin:    "* Sektorên înşaetê, fîrma û muteahhit, karkerên ku bi vîrûsê dikevin wan bi lez ji kar davêjin. Wan ji şertên qarantinayê bêpar dihêlin û davêjin kolanê. Divê ji bo karkerên înşateê bi tevahî tedbîr bêne girtin û mafê karkeran ê aborî û tenduristî bê parastin.    * Divê ji bo karkerên ku vîrûs bi wan re hatiye dîtin li bajar navenda qarantînayê bê avakirin. Divê ji bo wan 14 rojan pêvajoya qarantînayê têxin meriyetê."    * Piştî pêvajoya qarantînayê divê ketin û derketina bajaran jî li ber çavan bê girtin û ji bo wan bişînin mala wan destûr bê girtin.    * Divê karker ji kar nayên avêtin. Dûrxistina karkeran bê qedexekirin. Divê destûra bi heq bidin wan.    * Divê ji xeynî hilberîna tenduristî, zexîre, paqijî yên ku mecbûrî ne, hemû sektorên din hilberînê rawestînin.