Gunay: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin 2020-04-17 11:47:20 AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir û xwest ambargoya li ser Mexmûrê bi lez bi dawî bibe. Gunay, anî ziman ku her çend hevî bikin ku di nava 2 mehan de ev şewb bi dawî bibe jî heta derzî û tedawiya wê neyê dîtin dê tenduristiya civakê tehdît bike.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên dawî li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, anî ziman ku Navenda  Koordînasyona Qeyranê ya li dijî vîrîsa corono hin stretejî pêş xist û ji hikûmet û îqtîdarê re pêşniyar kirin. Lê mixabin ev pêşniyar li ber çavan nehatin girtin. Navenda Kordînasyona Qeyranê ya partiya me dê pêşniyarên xwe yên ji bo îqtîdarê û xebatên xwe yên ji bo civakê berdewam bike û dê parvekirina rastiyan berdewam bikin. Gunay, diyar kir ku her çend hêvî bikin heta 2 mehan ev şewb bi dawî bibe jî her roj bêtir ev şewb li tevahiya cîhanê belav dibe û hêjmara mirî û kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. Gunay, destnîşan kir ku heta derzî û dermanek mayinde neyê dîtin ev şewb dê tenduristiya civakê tehdît bike.    Gunay, anî ziman ku heta niha tu tedbîr û stratejiya parastinê ya îqtîdarê li dijî şewbê tune û herî dawî di qedexeya derketina kolanan de dîtin û wiha got: "Herî dawî me di qedexeya derketina kolanan de dît ku tu plan û tedbîrên îqtîdarê  yên li dijî şewbê û tenduristiya gel tune. Tiştê wê şevê pêş ketin, hat dîtin ku îqtîdar rojane polîtîka pêş dixe. Ji ber vê polîtîkayê her roj hêjmara miriyan û nexweşên şewbê zêde dibe. Dîsa yek ji bandora qeyrana şewbê qeyrana aborî ye. Di 10 salên dawî de hevkarên xwe dewlemend kir û xizan bêtir xizan kirin. Tirkiye heta qirikê xist bin deynan. Bi milyonan mirov xizan kir. Di qezîneyê de qurişek pere nehişt. Her kes vê yekê dibîne. Îqtîdara AKP'ê bi gotina "Qedexeyên tevahî ji bo aboriyê barekî mezin e' bi vê yekê her tiştî îtîraf dike."     JI BO ÎQTÎDARÊ BERIYA TENDURISTIYÊ BUTÇEYAŞER TÊ   Gunay, da zanîn ku îqtîdar operasyonên dervî sînor, tezkere, butçeya ji şer û sanayiya parastinê qetandin butçeya ji bo şer berî her tiştî dibîne û wiha got: "Em dibînin ku li şûna ji tenduristiyê butçeyê biqetîne, ji şer re butçeyê diqetîne. Me heta niha bi dehan caran tedbîrên ku bêne girtin aşkere kir. Heta niha îqtîdarê gelek pakêt aşkere kir. Lê tu eleqeya van pakêtan bi rewşa gel tune ye. Me xwest ku mirov li malên xwe bibînin û ji bo vêyekê pêdiviyên welatiyan bêne pêşwazîkirin. Lê carek din meclîs li ser daxwaza îqtîdarê hat girtin. Divê meclîs ji bo tenduristî û aboriya gel vekirî be. Em carek din diyar dikin ku em ji bo xebata meclîsê amade ne. Lê îqtîdar li şûna piştevaniyê bide gel, kesên ku bi gel re di nava piştevaniyê dike astang dike."     Gunay, da zanîn ku hêj felaketa heyî bi xwe re çi bîne ne diyar e, lê îqtîdara AKP-MHP'ê li ser vê yekê hebûna xwe berdewam dike û got: "Di vê pêvajoya şewbê de wekî mal ji agir birevînin zagona înfazê di meclîsê re derbas kirin. Biu vê yekê çete û sucdarên li dijî civakê suc kirine hatin berdan. Alaatin Çakici û kesên wekî wî hatin berdan. Lê rojnameger, siyasetmedar hêj girtî ne û di bin rîskek mezin de ne. Em carek din diyar dikin ku li girtîgehê her kesek bimire berpirsiyarê wê AKP'ê ye. Ji ber polîtîkaya dijminantiyê pêş dixe. Rojeva meclîsê bi rojevê sunî digherîne. Her nûçeyên ku îxtîdarê bêzar dike dike sedema sûc û lêpirsînê. Hêj çend roj berê li FOX TV ceza birîn. Em hemû ceza û lêpirsîna li rojnamegeran tê birîn şermezar dikin."     EM ÊRÎŞA LI DIJÎ MEXMÛRÊ ŞERMEZAR DIKIN   Gunay, bal kişand ser êrîşa li dijî Mexmûrê û ambargoyê jî û wiha lê zêde kir: "Em kesên li Mexmûrê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan sersaxî dixwazin. Em vê êrîşê qebûl nakin û êrîşê şermezar dikin. Wargeha Mexmûrê bi mehan e di bin ambargoyê de ye. Divê bi lez ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bibe. Dîsa alîkariya jiyanî û alîkariya tenduristiyê bi lez bê pêşwazîkirin. Ev erka rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan in."    TIRKIYE QEYRANA RÊVEBERIYÊ DIJÎ   Gunay, herî dawî anî ziman ku êdî Tirkiye qeyrana rêveberiyê dijî û got: "Tirkiye di dîroka xwe de bi qeyrana rêveberiyê ya herî mezin re rû bi rûye. Em di rêveberiya niha de dibînin ku îqtîdara niha êdî nikare Tirkiye birêve bibe. Divê berî her tiştî li dijî şewba heyî stratejiyek bê pêşxistin. Piştevaniyê xurt bikin. Dîsa astengiyên li pêş şewirmendî û piştevaniyê bidawî bikin. Divê berî her tiştî em pêdiviyên tenduristiyê û zexîreyan pêşwazî bikin û tedbîrê wê bigirin. Divê em qeyranên cîhanê jî li ber çavan bigirin û ji niha de tedbîran bigrini û li şûna rastiyan ji gel veşêrin û her tiştî zelal pêş bixin. Divê em li şer na ji bo jiyanê butçeyê veqetînin.    Gunay, cejna çarşema zor a Êzidiyan pîroz kir û axaftina xwe bi dawî kir.