Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin 2020-04-20 09:20:01   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku hêzên emperyalîst û mêtînger her çend Kurdistan bi awayekî fîzîkî kirin 4 perçe jî dê nikaribin civaka Kurdan bi awayekî Neteweyî perçe bikin. KCD'ê bang li gelê Kurd û hêzên navdewletî kir û got: "Ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd, aştiya herêmê jî zirarê bibîne. Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye."      Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê têkildarî êrîşên li dijî gelê Kurd, plan û projeyên li ser axa Kurdistanê daxuyanî da. KCD'ê bal kişand ser plan û projeyên hêzên emperyalist û mêtînger û xwest dest ji vê hewldana xwe berdin.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Gelê Kurd nêzî 200 salin ji bo mafê tayînkirina qedera xwe diyar bike têkoşînek awarte û berdelên giranbûha dide. Perçekirina Kurdistanê ya bi destê hêzên emperyalîst a fizîkî û avakirina dewletên Netewî vê berdêlê hêj mezintir dike. Lê belê quweta hêzên emperyalîst û metînger yên herêmî ku Kurdistanê bi awayekî fizîkî kirin 4 perçe, nekarî ku civaka Kurdan bi awayeki Netewî û civakî perçe bike. Ji ber ku xêza wekî sînor ya di navbera gelê Kurd de hatiye xêzkirin ji têkiliyên wan ên qedîm ne bi hêztir e. Ji ber vê yekê, Kurdên Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat her daîm ji bo Netew, Civak û Yekîtiya Siyasî jiyana xwe berdewam kir û ji bo van hestên xwe bidomîne heta îro jî gelek berdêlên giran da.   PÊDIVÎYA ME BI YEKÎTIYÊ HEYE    Di van rojên ku tevahî mirovahî bi bapêşa vîrusa Coronayê re eleqedar dibe, Li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên siyasî yên Kurd de rewşên balkêş diqewimin. Beriya niha wekî Kongreya Civaka Demokratîk me bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku Kurd ketine rojeva cîhanê û pirsgirêka gelê Kurd dijî êdî ji rewşa herêmî derketiye û derbasî bingeha kurevî bû ye. Dîsa bi israr me diyar kiribû ku ev rewş bixwere rîskan jî û firsendan jî dihewîne.  Her wiha ji bo baldarî û hessasiyetê jî me hin bang li tevahî Tevgerên Siyasî, Rewşenbîr, Nivîskar, Jin, Rêxistinên Saziyên Sivîl û Pêşengên Civakê jî kiribû. Îro dîsa em hîs dikin ku pêdiviya me bi Yekîtiyê heye û em vê yekê wekî erka Neteweyî dibînin.   GELÊ ME BEDELÊN HERÎ MEZIN BI CAN Û MALÊ XWE DAYE    Em Kurd neçarin ku ji dîroka xwe dersan derxin û bi vî awayî rêya xwe bidomînin. Ji bo em geşedanên rojevî veguherînin lehê xwe gelek nexşerê di dîroka me de hene. Îro gelê mazlûm ê Kurd li her perçeyê bi kedek mezin, zor û zehmetiyan têkoşîna xwe ya Neteweyî û siyasî mezinkiriye û gîhandiye qada Navneteweyî. Di vê têkoşînê de berdêla herî mezin gelê me bêyî fikar bi can û malê xwe daye. Di vê têkoşînê de welatê me hatiye tarûmarkirin, gundên me hatine valakirin û bi sedhezaran mirovên me di qetlîman re hatine derbaskirin. Em pêdiviyê pê dibînin ku vê yekê careke din bi bîra herkesî bixin. Ligel hemû berdêlên giran, gelê me li hemberî kesî çoknedaye erdê, rûmet û heysiyeta xwe parastiye û ev yek ji bo tevahî Kurdan bûye cihê şanazî û kêfxweşiyê. Ev yek ji bo gelê xwe kiriye. Ji bo kîjan jiyanê ev berdêl dane? Gelê me van pirsan her roj bi dayîna berdêlên nû bi bîra me dixe. Ne dûr di demek nêz de, Kurdan ji bo xwedîderketina rûmet û parastina nirxên xwe li Rojavayê Kurdistanê 15 hezar ciwanên xwe feda kiriye.   GELÊ KURD JI PARTIYÊN SIYASÎ DIXWAZIN KU BI HEVRE TEV BIGERIN   Em li vir wekî Kongreya Civaka Demokratîk dixwazin bang li gelê xwe û siyaseta Kurd bikin: Divê hemû kes bizanibe ku Gelê Kurd, li dijî gengeşiya di navbera tevgerên siyasî û partiyan de pêk tê ye û naxwaze civak bê dijberî hev. Gelê Kurd ji partî û tevgerên siyasî dixwaze ku bi hevre tevbigerin, bi rûhê Neteweyî beriya her tiştî mafê Kurdan bixwazin, ji bo çareseriya hezaran pirsgirêkên Kurd dijîn çareseriyan peyda bikin û bêyî bên listikên hêzên herêmî û kurevî,  polîtîkayan biafirînin. Daxwazên gelê me zelal û tên fêmkirin. Em ji Tevgerên Partiyên Kurdistanî, Rewşenbîr, Hunermend, Nivîskar, Jinên Kurd, Saziyên Sivîl û ji Dorhêlên Karmendên Kurd daxwaz dikin ku guh bidin vê bangê. Gengeşî û aloziyên di navbera Kurdan de tên derxistin ji kîjan aliyan dibe bila bibe, bi kîjan şiklî û ji ber çi sedemê be bila bibe teqez neyê qebûlkirin. Di vê wateyê de, di van rojên ku pêdiviya Kurdan di hemû mijaran de bi yekîtiyê heye de, em bang dikin ku siyaseta Kurd di vê nîşaneyê de siyasetê bike û berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.   BANGA JI BO DEWLETÊ    BANGA me ji dewletan û gelê me re ye: Bila hemû kes bizanibe ku ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd zirarê bibîne, ligel aşitiya herêmî dê gelên herêmî jî ji vê yekê zirarê bibînin. Bi vê yekê ve girêdayî, em pêdivî û berbirsiyariyê dixwe de dibînin ku ji dewletên herêmê û civakên cîran ên ku bi hezaran salan e em bi hev re dijîn vê yekê bibêjin: Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye. Em bang li tevahî hêzên herêmî dikin û dixwazin ku planên xwe yên têkildarî herêmê careke din di ber çavan re derbas bikin û rêzê ji hebûna Netewî ya gelê Kurd, Çand û siyaseta wê re bigirin. Dîsa em ji gelên cîran re daxwaz dikin ku ji welatên lê dijîn re daxwaz bikin şerê Kurdan nekin, jiyana bi Kurdan re biparêzin û piştgiriyê bidin polîtîkayên di vê mijarê de.   BANGA JI BO HÊZÊN KUREVΠ   BANGA me ji hêzên kurevî re. Bi salan e ku hûn Kurdan dikin amûrên berjewendî û hesabên xwe. Ji bo Kurd bi gelên cîran re pevbiçin û dijminahiya wan bikin, hûn bi hezaran lîstikan dixin dewrê. Dev ji listikên xwe yên qirêj ên li dijî gelê Kurd û gelên cîran berdin. Gava we ya herî bixêr ya ji bo gelê Kurd dê rêza li hemberî mafê Neteweyî ya Kurdan û piştgirîdayîna aşitiya herêmî be.   KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK."