Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da 2020-04-20 13:18:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku şandina hêza pêşmergeyan a ji bo Zînî Wertê demkiye. Barzanî parast ku ne pirsgirêkek bê mezinkirin e û got: “PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewa ye. Ne rewa ye û wê li Herêma Kurdistanê ev firset jî neyê dayîn.” Barzanî êrîşa TSK'ê ya li herêmê neanî rojevê.   Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkildarî êrîşa li dijî herêma Zînî Wertê daxuyanî da. Barzanî ragihand ku ti pirsgirêkek wisan mezin nîne ku neyê çareser kirin û got: "Em ber bi çareseriyê ve diçin." Barzanî êrîşê Partiya Karkerên Kurdistanê kir û PKK’ê bi ne rewatiyê sûcdar kir. Nêçîrvan destnîşankir ku hêzên li Zînî Wertê, ser bi Wezareta Pêşmergeyanin û ji bo rewşek demkî bû wiha axivî: “Ger pêwîst nebe, bê guman ewê li wir nebin. Ya niha girîng, yekrêziya li Herêma Kurdistanê ye. YNK di pêkanîna hikumetê de hevkarê PDK’ê ye. Emê li gel Mekteb Siyasî ya YNK’ê bicivin û wê pirsgirêk çareser bibe. “PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewaye û wê ev firset jî ji bo PKK’ê neyê dayîn.”   Barzanî bêyî ku êrişa TSK'ê ya li ser herêmê bibîne got; “Eger PKK bixwaze alîkariya Herêma Kurdistanê bike, divê Herêma Kurdistanê vale bike. Hebûna PKK’ê di vê demê de ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çêdike.”