Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan 2020-04-20 14:56:19 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li dijî daxuyaniya Serkokê Melîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop a ji bo zagona înfazê got 'Bi vîna meclîsê derket' bertekên xwe anî ziman û got: “Ev zagon tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket. Bi vê zagonê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan." Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî û geşedanên rojane li ser medya civakî nirxandin kir. Buldan, daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop û êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir û got: "Em ji malbatên 3 jinên li Mexmûrê ku di êrîşê de jiyana xwe ji det dan re sarsaxî dixwazin. Em dixwazin êrîş bi dawî bibe û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê vê ambargoyê bi dawî bike."   'BILA KES BAWERIYA XWE BI ÎQTÎDARÊ NÎNE'   Buldan, bal kişand ser şewba vîrûsa corona û wiha got: "Îro Tirkiye li dijî vê şewba vîrûsê şerekî pir mezin dimeşîne. Bila tu kes baweriya xwe bi detbîrên îqtîdarê yên li dijî vîrûsê nîne. Bila kes baweriya xwe bi îqtîdarê nîne. Tenê qoltixên xwe diparêzin û şewbê ji bo xwe dikin fersend."   'TENÊ BIRYARA AKP-MHPÊ YE'   Buldan, li dijî daxuyaniya Serkokê Melîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop a ji bo zagona înfazê got 'Bi vîna meclîsê derket' bertekên xwe anî ziman û got: “Ev zagon tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket. Bi vê zagonê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan."   'PIŞTEVANÎ DÊ ME BIDE JIYANDIN'    Buldan, bal kişand ser piştevaniya civakî û wiha bi dawî kir: "Ya me bide jiyandin piştevanî ye. Em vê hişyariya xwe berdewam dikin. Ya ku gel bide jiyandin û ji vê qeyranê rizgar bike ne polîtîkayên gel in. Polîtîkaya piştevaniya civakî ye. Piştevaniya civakî û hêzên demokratîk e. Me kampanya "Malbatên Xwişk û bira" daye destpêkirin. Hevî li gel me ye. Hevî piştevaniya gel e."