HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir 2020-04-20 15:12:31 ENQERE – Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo nûçeya bi sernavê “Jina ku di temenê biçûk de zewicî li benda roja ku hevjînê wê ji girtîgehê bê berdanê ye” ya Ajansa Anadolûyê serlêdana sûc kir û daxwaza ku doza cemaweriyê bê vekirin kir. Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo nûçeya bi sernavê “Jina ku di temenê biçûk de zewicî li benda roja ku hevjînê wê ji girtîgehê bê berdanê ye” ku Ajansa Anadolûyê di 16’ê nîsanê de derbas kiribû, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir û û daxwaza ku doza cemaweriyê bê vekirin kir.   HDP’ê di serêldana xwe ya sûc de bal kişand ser mevzuata neteweyî û naveneteweyî û ragihand ku naverok û zimanê nûçeya ku di AA’yê de hatiye weşandin de ji bo asayîkirina îstismarkirina zayendî ya zarokan e.”