Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye 2020-04-22 09:07:48 ANTALYA - Kemal Bulbulê HDP'î anî ziman ku qanûna înfazê ya nû berdewamiya "Plana Rûxandinê" ye û got, wê bi endamên çeteyan ên bi vê qanûnê derdikevin tiştên wekî JÎTEM'ê ava bikin.  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul, qanûna înfazê ya nû nirxand. Bulbul, ji bo vê qanûna ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin got, tê wateya "cinayetê". Her wiha Bulbul, diyar kir ku ev qanûn perçeyeke "Plana Rûxandinê" ye ku di sala 2014'an de di Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de hatiye amadekirin.    Bulbul, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013-2015'an de projeya aştiyê danîbû meydanê, lê belê tifaqa AKP-MHP'ê li dijî vê polîtîkaya nefret û şidetê xistine dewrê. Bulbul, destnîşan kir ku qanûna înfazê bi vî awayê xwe li dijî qanûna ye û got, Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) divê ê yekê sererast bike.    Bulbul, got: "Siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên dîl hatine girtin li gorî qanûnên heyî demildest divê bên berdan. Ji xwe di qanûnên heyî de girtina hevalên me bêhiqûqî ye. Fermanên Serokomar, gotinên wî yên nefretî û yên derdora wî yên ji bo hevseorkê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş cîhanê gişî bihîst û dît. Girtina Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û hevalên me yênd in ne 'girtin' e, dîlgirtin e. Ev qanûna înfazê ne qanûna ji bo jiyanê ye, li girtîgehan di şert û mercên vîrûsa coronayê de qanûna ku girtiyên siyasî ber bi mirinê ve dişîne bi xwe ye. Qanûneke cinayetê ye û sûcê nefret û cinayetê di xwe de dihebne!"    XERAKIRINA LÎSTIKA OSMANIYAN    Bulbul, anî ziman ku wan jî li dijî şewbê "Kampanyaya Malbat Xwişk û Bira" daye destpêkirin û bi vî awayî dixwazin piştevaniyê birêxistin bikin. Bulbul, bal kişand ser zext û zoriyên li ser şaredariyên CHP'î jî û got: "Feraseta darbekar, nîjadperest ku qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kirine, niha jî alîkariyên ku şaredaryên CHP'î dixwazin bikn asteng dike. Qîma xw ebi vê jî neanîne, serê sibehê saet di 4'an de li deriyê şaredarê ku xwedî li Gola Saldayêd ertê dixin û gulebaran dikin. Ji bo em van lîstikên faşîst û nîjadperest ên osmaniyan xera bikin, em ê dev ji têkoşîna xwe ya rewa û demokratîk bernedin. Heger ferman a Yezîd be, meydan jî ên Husên in."    Her wiha Bulbul, bal kişand ser pêvajoya îstifakirinê ya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî û got, ev tişt gaveke dewleta kûr e ku dixwaze "bibe dewlet" û wê bi çeteyên ku bi qanûna înfazê re tên berdan tiştên wekî JÎTEM'ê ava bikin.    Bulbul, ji bo texrîbkirina gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û ji bo hestiyên Agît Îpek ku bi PTT'ê hatin şandin bertek nîşan dan û got, pêkanînên faşîst ên wekî "Plana Şerq Islahatê" û "Qanûna Tûnceliyê" tên rojanekirin û ji nû ve tên pêkanîn.